Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê wiha nivîsî:
“Bi boneya salvegera duyemîn a damizrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em dikarin vê tecrubeyê bi tecrubeyeke taybet û ne ji rêzê bi nav bikin. Tecurebeyeke ku pêdiviya pêkhate û gelên herêmê ya sîwaneke demokratîk ku rastiya wan a dîrokî, çandî, civakî, siyasî û leşkerî temsîl dike, bi cih tîne. Di şert û mercên zehmet de rêveberiyê hêza xwe îspat kir.”
Em pêşketinê dixwazin û hêvî dikin ku kêmasiyên ku rêveberiyê di têkoşîna xwe de jiyan kirine, bên derbaskirin. Astengiyên li pêş me hîna pir in û pêwîstiya qonaxa bê bi xebatekî duqatî heye. Ev destkeftiya dîrokî bi vîn û fekdekariya şehîdan û bi ked û têkoşîna gelê me hate bidestxistin. Rêveberiya Xweser mîrasekî mezin û bi nirx ê hemû gelên bindest e.
Silav ji giyanên şehîdan re, silav ji gelê têkoşer re. Em di sala nû û qonaxa nû ya rêveberiyê de, serkeftin ji hemû xebatkarên saziyên Rêveberiya Xewser re dixwazin.”