HevpeyvînManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Aldar xelîl: hemû pêkhate bûne qurbaniyê pirojeyên dewleta Tirk û bi taybet gelê Ermen

Di bîranîna komkojiya Ermeniyan de Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ji PYD Rojava re diyar kir ku dewleta Tirk ji dest pêka damezrandina xwe de û heta niha li ser esasê qirkirin û komkojiyan xwe ava kir, komara Tirkiyê piştî van qirkirinan avabû, bingeha ku dewleta Tirk li ser ava bibûjî qirkirina gelan bû, çanda ku li beramberî wan dihat tune dikirin û xwe li ser wê avadikirin .

Xelîl dest nîşan kir ku Gelên Ermen, Sûryan, Asûr, Kurd û Ereb tev bûn qûrbaniyên wê pêvajoyê, em tev bi hev re êşa wê kişand, gereke her kes ji bo derxistina rastiya vê dewletê û rastiya hişmendiya tunekirinê ya hatiye meşandin tekoşîn bikin,

Aldar xelîl di dawiya gotina xwe de got: ev komkojî gerek di asta cîhanî de werin qebûl kirin ku komkojîne

û yê ku ev komkojî kirine werin dadgeh kirin bi rengekî fermî û hisab ji wan dewletên ku dibin siya wê de ev tişt bûye gereke biryarên navnetewî ji bo wê hebin û em jî wek gel bi hev re tekoşîna xwe bilind bikin da ku carek din komkojiyên bi vî rengî bi kar neyên.

Back to top button