LêkolînManşêtNûçeyên Lezgîn

‘Aferîn ey pêşeway Kurd’

Kakşar Oremar

Pêşewa Qazî serokê Kurdan ê serî li ber eceman netewandî beriya were darvekirin kezeba dagirkeran bi van gotinên xwe dabû ber kêran: “Hûn Mihemedekî dikujin, bes ji her dilopeke xwîna min hezaran Mihemed tên dinê, bi Mihemedekî azadiya gelê Kurd ji holê ranabe.”

Bi ser darvekirina Pêşewa Qazî Mihemmed an jî Serokê Komara Kurd ya Mehabadê ve 70 sal borîn herçiqas bedena wî ne li ser axa xwe jî be piştî bi hezaran Kurd bûn Qazî di rê ya wî de. Jiyana Qazî kurt bû. Tenê 47 bihar, lê karnameya wan salên kurt ên jiyanê pirbar û dewlemend bû. Navê wî Mihemed bû ku ji ber karê dadweriyê jêre digotin Qazî Mihemed.

Wekheviyên pir zêde di navbera jiyana wî, Nelson Mandela (1918 – 2013), Mahtama Gandî (1869 – 1948) û Malcolm X (1925 – 1965) de hebûn. Pêşewa Qazî jî weke Gandî dixwest serkêşiya doza gelê xwe bike ku bikaribe di rêya azadiyê de ji destê dagikerên axa Kurdistanê rizgar bike. Li gor belge û raportên ku di destê me de hene Qazî di dirêjahiya jiyana xwe de li dijî hemû cûrên teror û şidetê bû. Felsefeya wî xwedî wateyeke kûr û têkoşîna ji bo gehiştina rastiyê bû.

Qazî mîna Malcolm X ti cudayî di navbera mirov û olan de nedidît, alîgirê mafê mirovan bû. Li Mehabadê hejmareke kêm a Asûrî û Ermenan hebû û ew di çaxê komara Kurdistanê de xwediyê hemû mafên xwe yên netewî-olî bûn. Li dijî nîjadperestiyê bû û di vê mijarê de gotinên wî balkêşin.

Pêşewa Qazî xwedî malbateke naskirî, kevnar, dewlemend a herêma Mûkiriyan bû. Di rojên herî nexweş de tevî ku dizanî yê jiyan û hemû tiştên xwe ji dest bide jî  xwe nefirot. Di nava gel de ma û bû derfet ji bo berdewamiya jiyana hezaran kesên bêguneh. Êdî ji vê zêdetir ma çi dikeve ber rêber û lîderên ku qedera xwe ji a gel cuda nabînin. Wî tim wiha digot:“ Ji hev hez bikin û ji bo malê dinê hevdu nefiroşin. Qet dijmin ji xwe re dost nehesibînin, baweriya xwe bi desthilatdarên Ecem ên durû neyîn…“.

Mala wî ji xelkê hejar re vekirî bû

Mihemed ku piştre peyva Qazî jî li ser navê wî zêde bû di sala 1900’an de li bajarê Mehabadê hate dinê. Li ser sala ji dayîkbûna wî hinek jêder temenê wî biçûkitir an jî mezintir didin, lê dema ew hatiye şehîd kirin 47 salî bûye. Malbata Qazîyan li herêma Mûkriyan naskirîne û gelek kesên zana di nava wan de hene. Karê wan yê sereke dadwerî û qezawetkirin bû. Navê ‘Qazî’ ji ber wê bûye paşnavê wan yê malbatî. Kesên weke Ehmed Qazî ku wek Şêx El-Meşayêx jî dihate naskirin kalkê Qazî Mihemed bû, Qazî Fetahê kurê Şêx El-Meşayêx, Qazî Elî, Sêyf El-Qozat, Mihemed Qazî û gelek kesayetiyên din di dirêjahiya dused salên derbasbûyî de her yekî bi warekî xizmeta çand, doza siyasî, ziman û parastina mafê xelkê kirine. Qazî Elî bi hûrbînî li ser perwerdekirina kurê xwe Mihemed disekinî. Di mektebxaneyên olî de hînî zanistên îslamî bû, lê zû-zû hemû biryar û yasayên olî nedipejirandin. Rexne û axaftinên domdirêj ên wî bûn sedem ku hê di temenê nûciwaniyê de weke kesekî xwedî hinek pirensîpên exlaqî ên cuda bê naskirin û pêre jî ji hêla zaniyar û xelkê herê ve pir bêhez kirin. Beriya ku ji hêla bavê xwe ve izina qezawetê bistîne cihê mamê xwe Sêyf El-Quzat digire û dibe berpirsê giştî yê karên perwerdê û diyanetê li Mehabadê. Dema bû qaziyê bajar jî bi hemû baldarî, tedbîr û zekaweta xwe a bilind li ser çareserkirina pirsgirêkên xelkê disekinî. Heya li ser pirsgirêkên heyî lêkolîneke berfireh nekira, biryara dawiyê nedida. Çiqas ku sal derbas dibûn heza xelkê ji wî re zêdetir û pêre jî bandora wî a manewî di nava xelkê de zêdetir dibû. Mala wî a mezin cihê vehewîna wan kesan bû ku rastî nerehetiyan dihatin. Du deriyên mala wan a mezin 24 saetan li ser mêvan û xelkê hejar vekirî bûn.

Rûdanên ji nişkave û tedbîrên Pêşewa Qazî

Qazî haydarî rewşa welatê xwe û cihanê bû. Li ser rewşa civakî, aborî û siyasî a Kurdistan û Îranê herdem xwedî nêrîn û gotinên nû bû. Li pey salên 1940’an ku agirê şerê cihanî yê du-duyê pêketibû, Îran ji hêla du hêzên mezin ji bakur û başûr ve hate dagirkirin. Herêma Mûkriyan di bin desthiltdariya manewî a hêzên Rus de bû. Li Kurdistanê J.K (Komeley Jiyanewey Kurd) di Tebaxa sala 1942’an de dest bi kar kirbû. Qazî Mihemed ji ber ku ji rewşa cihan, Kurdistan û Îranê haydar bû, giregir û rewşenbîrên herêmê li dora xwe kom kirin û bi çêkirina du hêzên ‘qol spî û qol sor’ bû sedem ku asayîş ji hêlê ranebe. Bi çûyîna hêzên dewleta navendî a girêdayî Riza Şahê Pehlewî re êdî hisên neteweyî di nava Kurdan de bilind dibûn û J.K’ê amadekariyên avêtina pêngavên nû dikir. Kar û fîdakariyên Qazî bûne sedem ku gel ji wan salan û pêde jê re bêje Pêşewa. Ew bi şev û roj di nava xelkê de bû. Li gor kesên bi temen ger wan salan kesekî weke Qazî nebûya bajar û gundên herêmê yê ji hêla hinek eşîretên talanker bihatana wêrankirin û talankirin. Ev karê han ji hêla dîktatorekî mîna Riza Pehlewî ve ji bo çewisandina Kurdan hatibû bihêzkirin. Tevî ku heya sala 1944’an Qazî Mihemed nebibû endamê J.K’ê lê wî di warê madî û manewî de piştgîrî dida wan. Piştî bû endam jî ji ber bandora xwe a zêde di nava gel de, ji hêla rêveberên wê rêxistinê ve bû serokê giştiyê hereketa nûavabûyî.

Îlankirina Komara Kurdistanê

Çalakiyên siyasî ên çîna rewşenbîr û siyasetmedar ji hêla Rusan ve dihatin şopandin. Ji ber wê jî şanda Kurdan di bin serkêşiya Qazî de du caran çûne Baku û bi rayedarên dewleta Sovyetê re hevdîtin çêkirin. Li pey wê jî J.K’ê di 16’ê Tebaxa sala 1945’an de cihê xwe da PDK’ê û pêşewa Qazî serokê wê yê giştî bû. Zemîne ji bo karên girîngtir amade bû. Aliyê Kurd di 22’ê Çileya sala 1946’an de bi bêdestûra rayedarên hikûmeta milî a Azerbaycanê li Tebrêz û Baku komara Kurdistan îlan kirin. Ev destpêka pêvajoyeke nû di dîroka azadîxwaziya Kurd de bû.

Qazî Mihemed di birêvebirina karê dewleta xwe de her dem hurmeta raya giştî a xelkê bilind didît û bihayekî taybetî dida keramet û nêrîna xelkê civakê. Berevajî rewşa ku li Tebrêzê hebê sîstema mîlîtarî, zext û zor an jî girtin û kuştin li Mehabadê tinebû. Di vê derbarê de nivîs û bîranên Kapîtan A. Roosevelt, W. Iglton, Menaf kerîmî, Mîna Qazî û gelek kesên din rastiya rewşa desthilatê li Kurdistanê radixin ber çavan. Qazî ticarî ji hêza xwe sûîstfade nekir û di warê siyasî-çandî de pêngavên mezin meşandin. Ji derfetên herî biçûk sûdekî mezin hate standin û ev jî bû sedem ku pirsgirêka Kurd li Îranê derbasî jiyaneke xwe a nûtir bibe. Serkêşên komarê di 11 mehên temenê hikûmeta xwe de bi şev û rojan nesekinîn û xizmetên mezin ji gel re kirin.

Ez gelê xwe bi tenê nahêlim

Ji hêla din jî bi dawîbûna şerê cihanî yê duyê re dîplomasiya Îran û dewletên cîran berdewam bû. Helwêsta hemû hikûmetên cîran li dijî hebûna komareke Kurdistanê bû. Komar li pey reva rayedarên hikûmeta milî a Azerbayîcanê û ji bîrkirina peymanên dualî êdî hêdî-hêdî dihate rojên dawiya jiyana xwe. Pîşewrî beriya ku ji Tebrêzê derkeve bi rêya telefonê ji Qazî Mihemed dawa kir ku ew jî ji Mehabadê derkeve. Lê bersiva Pêşewa wiha bû:“ “ Ezê di nava gelê xwe de bimînim. Bi were nayêm û xelkê xwe bitenê nahêlim. Çimkî hikûmeta navendî yê di demeke nêz de bi qehr û kîneke zêde vegere û ger min peyda nekin, wê kîna xwe li ser serê xelkê xalî bikin, lê ger ez bimînim yê dev ji wan berdin û karê wan bi gel nakeve. Zêdetir ji wê jî ger ez bimînim yê hinek amadekariyan bikim ku xelkê bajarên Kurdistanê nekevin ber êrişên hinek eşîretên ku li benda derfetê ne daku ji ava şêlû masiyan bigirin. Min sond xwariye ku di mercên herî dijwar de li kêleka gel bimînim û heya ku hêza min heye wan biparêzim. Îro ji gelê Kurd re rojên herî dijwar û ji bo min jî azmûnên herî mezin in. Ez nahêlim Mehabad weke Tebirîzê wêran bibe û xelkê bêsûc bên kuştin…” Bi tedbîrên dûrbînane û bêtalan, kuştin û şewitandina bajarê Mehabad, Bokan û gundên herêma Mûkriyan artêşa Îranê kete nava bajar. Komar têk çû. Qazî Mihemed berpirsyartiya hemû tiştî girtibû ser xwe û tim ji serleşkerên Îranî re digot:“ Karê we li gel tine, ez li vira me…”

Dadgehek sirrî, gotinên dawiyê

Pêşewa Qazî, Sedrê Qazî û Mihemed Husên Seyfî Qazî li pey desteserkirinê di dadgehele leşkerî a artêşa Îranê de li Mehabadê hatine mehkemekirin. Dadgeh sirrî û hemû karên wan veşartî bû. Li gor belgeyên ku piştre bi rêya hinek leşker û berpirsên wê dadgehê hatin eşkerakirin Pêşewa rihet û bêdeng li wan dinêrî û carna jî bi gotinênw an yên zarokane dikeniya. Qazî bi belge û zaniyarîyên ku hebûn ne tenê çi îtibar nedida wê dadgeha formalîte belkî hikûmeta Îranê jî muhakime dikir. Encama demeke dirêj a mehkemeyê bû îdama her sê kesên navbirî. Pêşewa Qazî du wesiyetname nivîsîn. Yek ji malbata xwe re û ya din jî ji gelê Kurd re. Wî ji Kurda dawa kir ku ji rêya wan berdewam bikin, xwendin û zanistê bikine pareke cudanebûyî ji jiyana xwe, li dijî hev nebin, ji hev hez bikin û karekî bikin ku weke hemû netewên bextewer di cihanê de bibine xwedî al û dewleteke serbixwe.

Pêşewa Qazî wek lîderekî karîzmatî, dûrbîn û zana di çaxê jiyan û heta li pey şehadeta xwe jî dersên jiyanê hînî gelê Kurd kirin.“ Neteweyîbûn bi pirensîpên demokratîk, siyasîbûn û dersên fîdakariyê ” ku wek mîrasekî ji Kurdan re kirin xelatên mayînde. Ew biserbilindî çû bin sêdara îdamê, li serleşkerê Ecem nêhrî û bi girnijînekê wiha got:” Mirin bi awayê şerafetmendane baştire ji jiyana bindestiyê. Belê êdî çend deqên din ez bi werîsê sêdara îdamê ve daleqandîme, lê ez we li jêr solên di piyên xwe de dibînim. Min ji bo netewa Kurd azadî kire Firîzo, hûn Mihemedekî dikujin, bes ji her dilopeke xwîna min hezaran Mihemed tên dinê, bi Mihemedekî azadiya gelê Kurd ji holê ranabe.”

Îro li Mehabadê qada Çar Çira û mezarê Pêşwa Qazî û hevalên wî bûye ziyaretgeha hemû azadîxwazên Kurd û her kes ku ber bi Mûkriyan ve diçe, cihê yekê ku ziyaret dike ew du mekanên pîrozin.

Back to top button