ManşêtNûçe

768 parêzer ji bo rêber Ocelan dest bi kampaniya îmzeyan kir

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ji bo rêber Abdullah Ocalan dest bi kampanya îmzeyan kir. 768 parêzer û hiqûqnasan îlanek dan rojnameya Yenî Yaşamê û bi vî rengî kampanya ragihandin. Parêzeran xwest ku rê bê dayîn ku Abdullah Ocalan karibe tavilê parêzerên xwe bibîne.

Ji parêzerên ku mohra xwe danîne binê kampanyayê, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, parêzerê xwedî tecrûbe Ercan Kanar, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî hene. Di metna kampanyayê de hate bibîrxistin ku ji 7’ê Tebaxê û vir ve Abdullah Ocalan nikare parêzerên xwe bibîne, Abdullah Ocalan dixwaze parêzerên xwe bibîne û bersivdana li vê daxwazê jî şertê dewleta hiqûqê ye.

Metna kampanyayê wiha ye:

“Ji çapemenî û raya giştî re,

Li gorî hiqûqa neteweyî û gerdûnî, mafê her girtiyekî heye ku parêzerê xwe bibîne. Parêzer hêmana bingehîn a mafê parastinê ye, di heman demê de yek ji garantiyên bingehîn a li dijî kiryarên xerab ên gengaz e. Li gel vê pêwîstî û ferza qanûnî jî di nava 10 salên dawî de tenê 5 caran destûr hate dayin ku Abdullah Ocalan karibe parêzerên xwe bibîne. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve jî hevdîtina bi parêzeran re bi her awayî tê astengkirin. Daxuyaniya dawî ya Abdullah Ocalan a ku gihîşt raya giştî jî ew e ku dixwaze parêzerên xwe bibîne. Rewşeke berevajî vê yekê li dijî qanûnên Komara Tirkiyeyê ye, li dijî peymanên navneteweyî ye ku Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binî. Xwestina bicihanîna hiqûqê wezîfe û mafekî bingehîn ê welatîbûnê ye. Bi rêzdarî pêşkêşî raya giştî dikin.”

ANHA

Back to top button