DaxuyanîManşêtPYD

37 sal ji berxwedanê

Salvegera 37’an ya guleya yekemîn ku gelê kurd berda li ser dîwarê tirsê ji bo raghandina destpêka parastina rewa li ser xweseriyê, ji bo parastina gelê xwe ji faşîzma Tirkiye ya ku hovîtiya xwe eşkere kir bi derbeya Eylûnê 1980 di girtîgeha Diyar Bekir û tevahiya Kurdistanê.

Dengê wê guleya yekemîn hîn jî heye li tevahiya Kurdistanê bi çiya û deştên wê heta roja me yî îro bi awayê berxwedanek efsanewî li bakurê Kurdistanê, başûr û rojavayê wê parastina gelê kurd dike, her wiha parastina pêkhateyên ku li Kurdistanê dijî dike, parastina nirxên mirovahiyê dike, ev tişt berxwedan kir hêvî û mînakek ji her gelên mezlûm ji bo parastina xwe bike û dev ji mafê xwe yê demokratîk bernede.

Ji destpêka avêtina guleya yekemîn hemû hêzên xerab yên ku hebûn û berjewendiya xwe bi koletiya gelan dibîne û bêparbûna wê ji bingehîn mafên mirovahiyê ji bo li gel faşîzma Tirkiyeyê bisekine, û bi lez kar kir li ser danîna Tevgera Azadiya kurdistanî di lîsteya terorê de, piştre dîlgirtina rêberê gelê Kurdistanê Abdullah Ocelan di komployeke navdewletî ji bo radestkirina wî ji faşîzma Tirkiyeyê re bi lihevkirinek navdewletî û xistina wî di zindaneke yekkesî tê de tu qanûnên navdewletî û pernesîbên mirovahî tune ye, piştre gelê kurd hedef girt ji bo parçekirina refên wê û nakûkiyan di tevgerên wê yên siyasî de çêbike di riya fitneyan û pêşkêşkirina ceribandinên derewîn carinan û carinan jî bi tehdîdê. Û tiştê ku em dibînin ji parçekirina refa kurdî hin hêzên kurd ên ku li kêleka celadên gelê kurd sekinîne û çekên xwe ber bi birayên xwe ve birine li şûna ku vî çekî ber bi celad ve bibin, ew ne tiştek ji bilî encama siyaseta qirêj a dijmin e, ya ku armanc dike ku di nav hemû gelan de fitne û pevçûnan çêbike, bi taybetî gelê kurd.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD de, dibînin ku guleya yekem a ku di 15’ê Tebaxê sala 1984’an de hat avêtin, gelê Kurd ji xewê şiyar kir, û ew kir nimûne ji gelê herêmê bi giştî re, ji bo tola tiştê bi sedsalan bi destê desthilatdar û faşîstan hatiya serê wan hilînin, û ji bo pêşeroja û vîna xwe bi destê xwe xêz bike, ji bo jiyanek azad û rûmet di atmosfera azad û biratiya gelan li gorî felsefeya netewa demokratîk bijî, li şûna ku şer bike û bikeve xevkên dijminên gelan.

Em bi rêzdarî û minetdarî li pêşberî hemû şehîdên azadiyê û bîranîna tîkoşerên şoreşger şehîd Egîd disekinin, û em rêveberê gelê Kurdistanê yê ku li zindana Îmralê dest bi vê riya têkoşînê kir silav dikin, û em soz didin wan ku li ser vê riyê  bimeşin heta bidestxistina armancên ku ji bo wê berxwedan.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

14’ê Tebaxê 2021’an

Back to top button