300 kesayetên siyasî yên kurdistanî di nav wan de rêveber beşdarî konfrasê bûn ji bo yekîtiya refa kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi vexwendina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ ê û yekîtiya Parlementerên Kurdistana Îraqê û bi teknîka zoomê di konferansê de ku bi armanca ku rewşa tengezarî ya diqewime li herêma Başûrê Kurdistanê ji holê rake û mebesta yekkirina hewildanan ji bo dûrxistina nakokiyê.
Nêzîkê 300 kesayetiyên Kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê, kesayetên rêveberî û nûnerên saziyên sivîl, komên siyasî û serbixwe beşdarî konferansê bûn.
Di konferansê de hemî nîqaş û destwerdan li ser lêgerîna çareserî û alternatîfên rewşa tengezarî bû, û bal hat kişandin li ser pêwîstiya kêmkirina êrîşa medyayî û pêwîstiya avakirina komîteyek ji her perçeyên Kurdistanê û lezkirina xebatê ji bo destpêkirina hevdîtina aliyên ku têkildarî pisgirêk.
Pêdiviya pêşîn dayîna zimanê diyalogê di çareserkirina hemî nakokiyan de dema çêbibe , her wiha pêwîstiya lêgerîna li çareyan û karanîna hemî war û mercên heyî ji dûrxistina şerê Kurdî-Kurdî.