DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji gelê me û raya giştî re

Bajarê Qamişlo û hijmarek ji navçe û gundên ser sînorên  herêma Cizîrê, ratî rêzeêrîşên tundrewî yên dewleta Tirk a dagirker hatin, û di encamê de hejmarek ji welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn di nav de zarok û jin.

Di destpêkê de rehmet ji bo şehîdên gelê me û şîfa lezgîn ji bo birîndaran.

Zêdebûna dagirkeriya Tirkiyê ji leza êrîşên wê li dijî herêmên Rêxeberiya Xweser di çarçoveya şerê berfireh a faşîzma Tirkiyê tê, li dijî destkeftiyên gelê bakur û rojhilatê Sûriyê nemaze pirojeya Rêveberiya Xweser û ruhê berxwedanê ya ku hêzek li dijî hêzên terorê û şer qezenc kir.

Bê guman, tiştê ku gelê me ji destpêka aloziya Sûriyê ve û bi taybet piştî destwerdana eşkere ya rejîma Tirkiyê û dagîrkirina herêmên Bakurê Sûriyê rûbirûyê wê bûye, ew encama berxwedana wê ya li hember pilanên komployê yên ku ji aliyê xwediyên projeyên wêrankirina herêmê û Sûriyeyê bi taybetî di serî de Enqereyê, û sûcên ku dewleta dagirker û komên terorîst li dijî gelê me pêk tînin, carek din cewhera wan a êrîşkar û kîna dîrokî ya li hember gelên herêmê bi taybetî gelê Kurd dîse eşkere dike.

Ev êrîşên dijminane yên rojane yên dagirkeriya Tirk li herêmê alozî û bêîstiqrarî zêde dike û hêz dide DAIŞ’ê, tiştê di îtîrafên sîxurên dagirkeriya Tirkiyê de di van çend rojên borî de yên ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn “Asayîş”  û Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatibûn girtin, eşkere bû, ev yek berferehiya planên dagirkeriya Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî û ber bi Sûriyê û herêmê bi giştî, ji berdewamkirina dagirkeriyê û piştgiriya terorê û parçebûnê, nîşan dide.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de van êrîşên terorîstî yên li ser gelê me şermezar dikin, û em Koalîsyona Navdewletî û Rûsyayê ji israra dagirkeriya Tirk di zêdekirina êrîşên xwe yên li ser herêmên ewle de berpirsyar dibînin, û banga civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî dikin ku encamên zêdekirina êrîşan ji aliyê Tirkiyê ve, ku piştvaniya terorê ye, dê ji bo her kesî xeternak be û dê dawî li hemû derfetan ji bo çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re Li gorî biryara qanûnî ya navneteweyî ya 2254, bîne.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk de careke din tekez dikin ku gelê me li ber zilma Enqereyê serî natewîne, em ê nebin beşek ji planên bindestî û komployê, me ji bo azadiyê bedelên giran daye, ji bo ku em nebin amûr di destên kesên din de em ê zêdetir bedel bidin.

Careke din aştî û rehmet ji bo şehîdên gelê me.

Şerm ji bo sûcdar û komplogerên li dijî Sûriyê û gelê wê

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

Back to top button