ManşêtNûçe

Telat Yûnis: Bersiva me wê berxwedan û têkoşîn be

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis dibêje:

“Armanca dewleta Tirk ji êrişên dawî dagirkirin û têkbirina ewlehiya herêmê ye.”

Telat Yûnis bang li şêniyên herêmê kir ku li hember êrişan li ber xwe bidin.

Li ser gef û êrişên dawî yên dewleta Tirk li dijî herêmê, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis nirxandin kir.

Telat Yûnis anî ziman dewleta Tirk rojane bi top û balafiran herêmê dike armanc û dixwaze bi rêya wan hin herêmên din dagirk bike.

Telat Yûnis: Her kesî xwe li bêdengiyê daniye

Telat Yûnis dibêje dewleta Tirk van hemû binpêkirinan li pêş çavê cîhanê dike, lê dîs jî her kes bêdeng e.

Telat Yûnis: Piştî civînên Tehran û Soçiyê êriş zêde bûn

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînên Tehran û Soçiyê jî bi bîr xistin û da zanîn piştî van civînan êriş li ser herêmê zêde bûn.

Telat Yûnis: Pêwîst e gel li hember êrişan li ber xwe bide

Dawiyê Telat Yûnis bang li xelkê herêmê kir ku li hember êrişan û siyasetên li dijî wan heta dawî li ber xwe bidin.

Back to top button