JinManşêt

Zêdebûna rewşên Xwekuştinê û sedemên wê…

Ji destpêka sala 2021’an ve hejmarên xwekuştinê di nava jinan de pir zêdebûye ji ber gelek sedemên jiyanê jê jî( aloziya Abroî û zehemtiya rewşa jiyanê, zexta derûnî) ji bo ku em bal bikşînin li ser sedem û çareseriyan da ku em karîbin rê bigrin li ber zêdebûna vê rewşê, malpera me PYDROAVA hevdîtinek bi Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma çêkir.

Evîn Cuma di axaftina xwe de diyar kir ku di navabera 4 heta 8 mehan 8 rewşên xwekuştinê hatin belgekirin.

Cuma got ku ji ber zêdebûna rewşa xwekuştinê di nava jianan de me lêkolîneke li ser vê mijarê çêkir, ji me re hate diyar kirin di der barê lêkolîna me de ku piraniya sedemên vê rewşê ji ber zexta derûnî ye, her wiha ji ber rewşa zehmet a Aborî ku herêmên me tê de derbas dibe sedemeke sereke ye ji derketin û zêdebûna vê rewşê.

Mijara stendina zarokan jî heye dema veqetandina jin û mêr ji hev, ji xwe ev mijar pir hestyar ji hêla dayikê û zehmetiyeke mezin e li ser wê ye ku tu îmkan li cem wê jinê tune ye da ku karibe zarokên xwe xwedî bike.

Hêjayê gotinê ku berî çend rojan jî jinek jiyana xwe bi dawî kir ji ber rewşa aborî ya zehmet.

Cuma dibêje ku di lêkolîna ku me çêkir me dît ku gelek zarokên temen biçûk jî ku temenê wan 16, 17, 18 salî ne jiyana xwe bidawî kirin ev jî tê bi sedema zexta ku malbat li ser wan dikin mîna zexta xwendinê divê malabat haya wan ji zarokên xwe hebe da ku neghêjin vê astê.

Cuma lê zêde kir ku nezanîbûn jî roleke xwe yî mezin dilîze li ber zêdebûna vê rewşê, her wiha malbat nabe alîkar ku zarok yan keçên xwe bihewînin ji hêla derûnî.

Cuma got: Di dawiya lêkolîna ku me çêkir me bi hin saziyên civaka sivîl re hemleyek zanîbûnê destpêkir di nava jinan de li dijî xwekuştinê her wiha ji bo xurtikirina îradeya jinê û naskirina maf û erkê wê, ku karibin tiştan ji hev derxîne, berê xwe bidin çi aliyê da ku pisgirêkên xwe çareser bike bêyî tu encamên xerab an bighêje wê asta ku jiyana xwe bi dawî bike.

Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan ya herêma Cizîrê Evîn Cuma di dawiya vê mijarê de bang li hemû kesan kir, her wiha li malbatan yên xwedî zarok bi taybet jin ku rewşeke sîkyolojîk li cem wan derkeve bi wan re alîkarbin û piştgiriyê bidin wan, û nehêlin ku bighêjin encama ku jiyana xwe bi dawî bikin, an wan bihêjin kesên pispor da ku karîbin alîkariya wan bikin.

Back to top button