ManşêtNûçe

Awûstûrya ji ber tecrîda li ser Rêber Ocelan bi fikar e

Hikumeta Awusturyayê bersiv da pirsa têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û girîngiya tespîtên rapora CPT’yê û biryarên DMM’yê destnîşan kir.

Wekîlên Partiya Demokratên Sosyal (SPO) ji wezîrê karên derve Alexander Schallenberg pirsî bê ka helwesta hikumetê ya der heqê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de çi ye.

Wezareta Karên Derve ya Awusturyayê wiha bersiv da û got ku ew ji ber binpêkirina mafan a li Tirkiyê bi fikar e.

Di bersivê de hate gotin: “Awusturyayê bi asta Komîteya Wezîran a Ewropayê xwetsiye ku hemû raporên CTP’yê yên ji 2016’an ên li ser Tirkiyê werin weşandin, her wiha got Tirkiye divê hemû biryarên Konseya Ewropayê (KE) bi cih bîne”.

Di bersiva Wezareta Karê Derve de hate destnîşankirin CPT’yê di rapora xwe de ya piştî serdana 2019’an a rêber Abdullah Ocalan gotiye ‘bifikar in’ û hate bibîrxistin li gel ku rewşa deryasayî ya 2018’an hatiye rakirin jî Abdullah Ocalan nikare parêzer û malbata xwe bibîne û ev jî cihê fikaran e.

Wezareta Awûstûryayî got: Divê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser Demîrtaş demildest were bicihanîn û ev helwest di bin sîwana KE’yê jî didome.

Back to top button