DaxuyanîManşêt

Hişmendî û yekîtî dermanê sekinandina li hember komployê ye  

Di van rojan de salvegera bi êş ya komploya navdewletî li ser gelê kurd derbas dibe ku pêşeroja gelên Rojhilata Navîn û hebûna gel kurd hedefgirt di riya şexsê rêber Abdullah Ocelan ku ji bo avakirina jiyaneke azad bi rûmet li Rojhilata Navîn, hemû jiyana xweyî bedenî, fikrî û hemû îmkaniyên xwe feda kir ji bo hemû neteweyan û pêkhateyan di atmosfereke aştî û jiyana hevbeş de li gorî Bradîgma li ser bingeha felsefeya netewa demoratîk.

Rojhilata Navîn giringiya wê ya îstratîjîk heye ji bo hêzên hegemonîk yên navdewletî, ji ber pêşketina Sîsyolijîk û Teknolojîk li ser asta cîhanê, ji bo domandina hegemoniyê û berjewendiyên wê li herêmê hewceyî wesîle û amûrên nû bû, pergalên serdest li pêşiya hişyarbûna netewan û ramanên nû nema armanca wê bi cih tê, ji ber vê yekê piştî rizgarkirina Kwêtê “Rojhilata Navîn ya Nû” raghand û dest bi danîna pilanên lazim kir ji bo bidesxistina vî tiştî, jê jî rakirina pirsgirêkên muhtemel, û gihaşat ku gelê kurd bi meznahiya xwe, vejîna nû û pêşengtiya îstratîjîk dibe ku bibe ji mezintrîn pirsgirêk li pêşiya wan pilanan ku kurbûna pevçûnên Pêwendiya etnîkî û bîrdozî hedefdigre, di dema ku tevgera azadiya kurdî û der dora wê civaka kurdî dibe ku bibe pêşengê riya demokratîk, bratiya gelan û jiyana hevbeş, ji ber vê yekê hêzên hegemonîk birayr da ku serî ji gewde veqitîne ji bo karibe gewde parçe bike û kurd ji bo mebestên xwe bi kar tîne weke rewşa demên borî, wiha hat komploya dîlgirtina rêber Abdullah Ocelan li ser destê mezintrîn ji hêzên cîhanê weke yekemîn gav li ser vê riyê, lê ev yek bi berxwedana gelê kurd, reberê wê û tevgera azadiya Kurdistan kete nava pevçûnan de. Ew berxwedan bi hemû wesîle û riyaan berdewam e heta roja me yî îro.

Îro di salvegera Bîst û duyemîn de ji komployê, em dibînin ku hêzên hegemonîk têk çû di parçekirina kurdî de, serî ji gewde veneqetiya û gelê kurd hîn jî kar dike weke pêşeng ji riya demokratîkê li ser asta herêmê û cîhanê bi berxwedan û rêxistinên xwe, di dema ku hêzên hegemon karîbû pevçûnan zêdetir bike di navbera pêkhateyan weke ku em li Îraq, Sûriya, Yemen, Lîbiya, bakurê Efrîqyayê û Asiya dibînin, li aliyekî hêzên hegemonîk çavkaniya talan dikin, û bi milyarên dolaratan peymanên Çekan ji aliyekî din li dar dixe, dema ku gelê herêmê li hemberî binpêkirinên hov tê ku bi sed hezaran hatin kuştin her wiha gelek birîndar bûn û kesên astengdar û milyonên penaberan, hilwişnadina bajar û guhertina demografîk.

Em di meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) êşa gelê xwe di salvegera15’ê sibatê roja reş parve dikin, û haya me ji pîvanên vê komployê heye ji her demê zêdetir, her wiha em dizanina ku hîn berdewam e û dawiya wê nayê tenê bi vegerîna rêber Ocelan ji gelê xwe re ji bo bi rola xwe ya dîrokî rabe di pêşengtiya gelê Rojhilata Navîn ji aştî, bratiya gelan û jiyana hevbeş re, ji ber vî yekê em bang li hemû gelê xwe dikin û hemû hêzên ku dixwazin wan armancan bidest bixin û li dora rêber Ocelan bicivin, û xwe bi raman û felsefeya wî bigrîdin, rêxistina refên xwe û têkoşîna demokratîk û parastina rewa bikin li gorî wê, ji ber ku we riya tekane ye li pêşiya gelan ji bo ji hêzên hegeminîk û komployên xelas bibin.

-Hevgirtin û rêxistina refên me û girêdana bi felsefeya rêber riya tekane ye ji bo rêber û gelê xwe xelas bikin.

-Komploya navdewletî bikeve û têkçûn ji dijminên gelan re.

-Azadî ji bo rêber Ocelan. –

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

14 Sibata 2021

 

Back to top button