ManşêtNûçe

Ekrem Hiso: Hikûmeta Sûriyeyê tevlîbûna “MSD” di her operasyonek siyasî asteng dike

Siyasetmedar Ekrem Hiso tekez kir ku tevlîbûna kurdan di her oprerasyonek siyasî nayê wateya parçekirina lê ji dema damezrandina Rêveberiya Xweser ve, hikumeta Sûriyê mîna dewleta Tirk a dagirker û opozîsyona Sûriyê di metoda xwe ya destpotî û çewsîner a ku xwe dispêre înkara hebûna pirrengiya çandan de, berdewam e û bi tevahî rêbazan hewl dide hewldanên MSD’ê yên lidarxistina diyaloga sûrî-sûrî têk bibe.

Hiso da zanîn ku armanca hikumeta Sûriyê astengkirina rêveçûn û diyalogan e ji bo metoda xwe ya ewlehî û destpotiyê bidome û wiha pê de çû: “Piştî 6 salan ji temenê Rêveberiya Xweser û pêşdeçûna wê di tevahî merhele û aliyên aborî, civakî û çandî de, hikumeta Sûriyê astengiya li pêş pêşdeçûna aliyê siyasî derdixe. Her wiha dewleta Tirk, Îran, Itîlafa Sûriyê û Rûsyayê jî li pêşberî xebata siyasî dibin asteng. Ji ber Rêveberiya Xweser li gorî bendên hevpeymana civakî dibe MozaîkaS tevna Sûriyê.”

Siyasetmedar Ekrem Hiso di dawiyê de ji MSD’ê hêvî kir ku di lidarxistina panel û xebatên ji bo eşkerekirina tevahî fikr û aliyên nenas de bidome.

Back to top button