ManşêtNûçe

21 rewşenbîrên Ereb: Li dijî êrişên dewleta Tirk helwestekê nîşan bidin

Li dijî êrîşên dagirkeriyê ku dewleta Tirk li Qadên Parastina Medya didomîne, 21 rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanên Ereb ên ji Misir, Libya, Lubnan, Yemen, Filistîn û Iraqê bang li Yekîtiya Ereban kir ku bi awayekî awarte bicive û helwest nîşan bide.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanan, derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wekî komek rewşenbîr û siyasetemedarên ku pirsgirêkên li nava welatên Ereban û xeteriyên li Rojhilata Navîn ji xwe re wekî xem dibînin, bêdengiya welatên Ereban a dijî binpêkirinên dewleta Tirk ku her roj pêk tên, em aciz kirine. Bi taybetî binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê ku ji bo me welatekî girîng e û Yekîtiya Ereban ava kiriye, me dixe nava fikaran. Heta niha tu welatekî Ereban dijî van binpêkirinan daxuyaniyek nedaye”.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji Yekîtiya Ereban hat kirin ku civînek awarte lidar bixin, li ser mijarê rawestin û li hemberî xewnên dewleta Tirk helwest nîşan bidin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: Di hevpeymaniya Yekîtiya Ereban de biryar heye ku dema welatek bi êrîş û dagirkeriyekê re rû bi rû bimîne, welatên ji bo sekinandina êrîşan biryar digirin. Em jî heta niha bendewariyên pêkanîna vê biryarê ne.

Daxuyaniyê wiha domand: Em dengê xwe bilind dikin ku hemû cîhan, di serî de jî Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewlekariyê û sazî û rêxistinên pêwendîdar bibihîzin.

Di dawiya daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku li dijî êrîşan helwestek cidî nîşan bidin.

Navên kesên ku daxuyanî îmze kirine wiha ne:

Recaî Fayîd: Serokê Navenda Lêgerîn û Lêkolînên Stratejîk a Misrê û Endamê Konseya Pêwendiyên Derve ya Mirsê.

Mamoste Ehmed Bahaedîn Şaban: Serokê Partiya Sosyalîst a Misrê.

Yusuf Yaqub Metî: Serokê Yekîtiya Netewî Bath Nahrîn-Iraq

Ebdurrehman El-Reyyan: Nivîskarê Yemenî.

Dixtor Eymen Feteh: Nivîskan û Pisporên Zanistên Siyasî – Filistîn.

Hisên El-Suyeedî: Kordînatorê Forma Diyaloga Erebî ya Şoreşgerî û Demokratîk – Lîbya.

Mehemed Hesen El-Bene: Midûrê Edîtoryaya Rojnameya El-Exbar Misir.

Osman Birkê: Nivîskar û Siyasetmedar-Lîbya.

Xurşît Dilî: Nivîskar û Rojnamevan-Lubnan.

Dixtor Firneza Atiye: Pispora Zanistên Siyayî –Misir.

Esir Nuval Cebir: Nivîskar û Rojnamevan-Filistîn.

El-Seyid Ebdulfetah: Serokê Navenda Lêkolînan a Qahîreyê, nivîskar û rojnamevan.

Ferhan Salih: Nivîskar-Lubnan.

Ebbas Cefer El-Huseynî: Lêkolîner û Romanûs-Lubnan.

Safiye Tata: Seroka Komeleya Tenduristî û Parastinê-Lubnan.

Delal Bistanî: Endama Rêveberiya Kombûna Jinên Demokrat-Lubnan.

Loneh El-Xerîb: Akademîsyen û çalakvana jin –Lubnan.

Xelil El-Qazî: Nivîskar û Akademîsyen-Lubnan.

Yasil Eyo Seydo: Siyasetmedar û Akademîsyen-Filistin.

Hemo Muskviyan: Hiqûqnas û çalakvanê siyasî-Lubnan.

Elî Nacî: Nivîskar û Rojnamevan-Iraq.

Back to top button