ManşêtNûçe

187 rêxistinên Sûriyeyî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

187 rêxistinên Sûriyeyî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang kir ku êrişên dewleta Tirk li ser welatiyan tavilê werin rawestandin û rêz li hember qanûna mirovî ya navneteweyî re were girtin.

Rêxistinana her wiha bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku civîneke awarte têkildarî êrişên leşkerî yên dawîn ên Tirkiyê li dar bixe û ji bo rawestandina van êrişan û parastina sivîlan û binesaziyê zextê li Tirkiyê bike, ku ev yek li gorî qanûna navneteweyî û peymana NY`yê ye.

Di daxuyaniyê de banga li Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî hate kirin ku “binpêkirinên” di êrişên leşkerî yên dawîn de pêk hatine lêpirsîn bike û raporeke taybet li ser binpêkirinên mafên mirovan li seranserê bakurê Sûriyê belav bike.

Her wiha bang li mekanîzmeya navneteweyî ya yekalî û serbixwe hate kirin ku xebatên komkirina belgeyan der barê binpêkirinên li bakurê Sûriyê yên li dijî sivîlan û binesaziyan pêk tên de, zêde bike

Rêxistinan bang li yekîneyên sûcên şer ên li welatên Ewropayê jî kir ku lêpirsînên têkildarî sûcên navneteweyî yên li Sûriyê pêk tên de berfireh bikin û sûcên li seranserê herêmên bakurê Sûriyê bigirin nava wan.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li ajansên navneteweyî û rêxistinên mirovî hate kirin ku hewldanên alîkariyên mirovî zêde bikin û yekser pêdiviyên mirovî yên ji ber êrişa dawî çêbûne pêk bînin.

ANHA

Back to top button