ManşêtNûçe

​​​​​​​TEV-DEM`ê: Civaka navneteweyî berpirsa sûcên çeteyan ne

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro bi daxuyaniyekê binpêkirinên li dijî jinên li Efrînê şermezar kirin û piştrast kir ku kiryarên wiha hewldanan derbekirina vîna jinên Kurd dikin.

Daxuyaniya TEV-DEM`ê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê bi hemû komên xwe yên terorîst ji meha Adara 2018`an û heta roja îro sûcên dermirovî li dijî herêma Efrînê pêk tînin. Komên çete yên ku dewleta Tirk destekê dide wan gelê Efrînê yê resen bi darê zorê koçber dikin, li dijî sivîlan sûcan û kiryarên li dijî mirovahiyê û pîvanên exlaqî pêk tînin.

Bûyerên li herêma Efrînê diqewimin komkujiya Şengalê tîne bîra mirov, ji ber ku çeteyan dixwest li dijî Şengalê bi giştî û li dijî jinan bi taybet sûcan pêk bînin û dema bi bin ketin li Efrînê kiryarên xwe berdewam kirin. Artêşa Tirk ji roja yekemîn a dagirkeriyê û heta roja îro piştgiriya komên çeteyan dike, li dijî sivîlan qirkirina etînîk, qetilkirin, revandina mêr, zarok, jinan pêk tîne, ev jî îsbata siyaseta guhartina demografiyê dike.

Revandina jinan û wan tazî li navendên çeteyan kom bikin, nirxên mirovahiyê binpê dike, her wiha ji bo tevahiya jinên cîhanê heqaret e. Di heman demê de derbekirina pêşengiya jinên Kurd e, ji ber ku jinên Kurd serkêşiya şoreşa mirovahiyê kir û çete jî dixwazin vîna jinên azad ên Kurd tune bike. Kiryarên wiha îsbata îflaskirina çeteyan di nirxên mirovahiyê ye, jixwe der barê kiryarên wiha de dewleta Tirk xwedan dîrokeke reş e, kiryarên Osmaniyan tîne bîra mirov.

Ew çete û di nav de dewleta Tirk a dagirker sûc û qirkirinan, bêyî tu astengiyan, li pêşiya civaka navneteweyî pêk tînin. Wekî ku herêma Efrînê herêmeke hatiye jibîrkirin û ji derveyî hesabên navneteweyî û erdnîgariya Sûriyê ye ku bi fesîleyên çete û terrorist, her wiha dewleta Tirk a dagirker li wê herêmê, kom bûne.

Em wek TEV-DEM`ê dibêjin berpirsa vê yekê ya sereke NY ye ku rola xwe ya rewa li herêmê winda kiriye, her wiha rola Rûsya û Koalîsyonê Navneteweyî yên ku têkildarî rewşa Sûriyê ne. Em bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, bi taybet ên girêdayî rewşên jinan der barê sûcên derexlaqî de, şermezar dikin, her wiha bang li raya giştî û dewletên pêwendîdar dikin ku helwestên xwe yên şermezarkirinê pêk bînin û ji bo avakirina komîteyên lêpirsînê li herêma Efrînê, têkevin nava tevgerê.”

 

Back to top button