ManşêtNûçe

​​​​​​​Şandeyeke MSD’ê û Rêveberiya Xweser serdana Moskovê kir

Nivîsgeha Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hinek detayên têkildarî serdana şandeyê ji Moskow re got: “Li ser vexwendnameyeke fermî ya Wezareta Karûbarên Derve ya Rûsyayê şandeyeke MSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serokatiya Îlham Ehmed bi nûnerên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi serokatiya Mikhail Bekdanov re civiyaye.”

Derbarê navaroka hevdîtinê de nivîsgehê got : “Hevdîtin erênî bû. Tê de li ser çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê li gorî biryara navneteweyî 2254 û pêwîstiya tevlêkirina MSD`ê di xebatên siyasî de hat misogerkirin û sûcên domdar ên Enqereyê yên li dijî serdestiya Sûriyê hatin nîqaşkirin.”

Şandeya MSD`ê ya bi serokatiya seroka Meclisa Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed bi wezîrê karên derve Sergey Lavrov re di Îlona par de civiyabû. MSD’ê di civînê de ji Rûsyayê xwestibû ku piştgiriya opozîsyona nîştimanî ya demokratîk bike û roleke bingehîn di diyalogan de bilîze da ku gavên cidî ber bi çareseriya siyasî ve werin avêtin.

ANHA

Back to top button