ManşêtNûçe

​​​​​​​QSD: Şervanên me êrişên li dijî gundewarê Eyn Îsayê têk birin, topbaran berdewam e

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê têkildarî êrişên li ser navçeya Eyn Îsa û şerê di navbera hêzên wan û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, daxuyaniyek da raya giştî.

Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “di 16 û 17`ê Adarê de çeteyên dagirkeriya Tirk herêma Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kirin.

Her wiha di 17`ê Adarê de çeteyan êrişên bejahî li dar xistin û di saet 21:30`an de êrişî gundê Seyda kirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku şervanên QSD`ê bersiva êrişa çeteyan dan û şer derket.

Li gorî daxuyaniyê de “di wê şerî de 3 çete hatin kuştin û wesayîteke leşkerî hat ruxandin.

Piştre çeteyan êrişî gundê Mielek kir. Li wir jî di encama bersivdayina şervanên me de şer derket. Di wê şerî de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.”

Navendê diyar kir ku her du êrişên çeteyan vala hatin derxistin û çete neçar man paşde vekişin.

Piştî şer, gundên Seyda, Mielek, Cedîda û rêya M4 ji aliyê çeteyên dagirkeriya Trik ve heta seatên sibehê bi dijwarî hatin topbarankirin.

ANHA

Back to top button