ManşêtNûçe

​​​​​​​Nivîskarekî Iraqî: Insiyatîfa erebî ya azadiya Abdullah Ocalan roj bi roj firehtir dibe

Komek rewşenbîrên misirî û erebî ji bingeheke mirovî ku divê piştgiriyê bidin têkoşerên ku ji bo azadiya gelê xwe tê dikoşin û ji aliyekî din li gorî têkiliyên dîrokî yên xurt ên di navbera gelên Kurd û Ereb de, di salvegera 22`yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku di 15`ê Sibatê pêk hatiye, bi armanca nasandina doza rêber Abdullah Ocalan û gelê wî, insiyatîfek bi dirûşmeya ″Însiyatîfa Erebî ya azadiya Ocalan″ ragihand.

Di vê çarçoveyê de, nivîskar û rojnamevanê iraqî yê ku li Parîsê dimîne Elî Necî diyar kir ku ev insiyatîf beşek ji çalakiyên ku hinek çalakvan, azadîxwaz û rewşenbîrên li dar dixine ku rewşa Abdullah Ocalan nas dikin.

Necî eşkere kir ku ew ji insiyatîfê armanc dikin ku nêrînan der barê sûcên dewleta Tirk ên li dijî  Abdullah Ocalan tên kirin, bikin yek da ku li ser asta raya giştî ya erebî û cîhanê bi awayekî xurttir deng vede.

Nivîskar û rojnamevanê iraqî bi domdarî got: “Çapemenî û raya giştî ya erebî û cîhanê nizanin ku rejîma Tirk  Abdullah Ocalan kiriye odayeke şilî û ne paqij. Tenê guhdarî radyoyekê bi du pêlan dike û ji bilî salê carekê nikare malbata xwe bibîne. Her wiha dewleta Tirk gelek rêbazên îşkenceyê yên din ên kirêt li dijî wî pêk tîne.”

Necî da xuyakirin ku insiyatîf dê pozbilindiya dewleta Tirk a li hemberî Abdullah Ocalan û li hemberî hemû azadîxwazin ku di girtîgehên Tirkiyê de bêguneh hatine girtin, bişkîne. Necî bi bîr xist ku însiyatîfa wan dê berdewam bike.

Elî Necî da zanîn ku asta piştgirîdayîn û tevlêbûna ji insiyatîfê re, ji hêla rewşenbîrên Ereb ve roj bi roj zêdetir dibe bi taybet kesên ku ji doza Abdullah Ocalan dûr in û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Ev insiyatîf asta neheqiya ku li dijî Abdullah Ocalan tê kirin bi wan da nasnadin. Dê rolek di rakirina vê neheqiyê de bilîze.”

Dr.Fernaz Etiye Ehmed Profesora Zanistên Siyasî û Endama Insiyatîfa Erebî ya Azadiya Abdullah Ocalan ji ANHA’yê re got: “Heta niha me 8 hezar îmze ji bo azadiya Abdullah Ocalan kom kirine.” Her wiha piştrast kir ku insiyatîf berdewam e û roj bi roj firehtir dibe û alîgirên Abdullah Ocalan pirtir dibin. Li gorî Fernaz îmze dê ji hemleya navneteweyî ya taybet a azadiya rêber Abdullah Ocalan re pêşkêş bikin.

Back to top button