ManşêtNûçe

​​​​​​​MSD`ê bang li dewletên Ereban kir: Li hemberî siyaseta dewleta Tirk bê deng nemînin

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di riya daxuyaniyekê de bang li Komkara Erebî kir ku li hemberî siyaseta dagirkeriyê  ya dewleta Tirk bi awayekî lezgîn bikevin nava tevgerê. MSD`ê

MSD`ê di daxuyaniya xwe de biryarên ku Komkara Erebî yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji axa Sûriyê re bi bîr xistin û got: “Di Cotmeha 2019`an de, dema dewleta Tirk êrişekî dijminahî li dijî axa Sûriyê dest pê kir, meclisa we ragihand ku êrişa dijminahî ya dewleta Tirk li ser ewlehiya neteweyî ya erebî û ewlehî û aştiya navneteweyî, xetere ye. Berê û heta niha jî ev êriş û encamên wê, xaleke nû ya destwerdan û binpêkirinên dubarekirî yên dewleta Tirk  e û ev yek jî li ser serweriya endamên Komkara Erebî, nayê qebûlkirin. Di heman demê de, li gorî vê biryara we, hemû keda sûrî ya ku li hemberî vê dijminahî disekine û parastina axa Sûriyê dike, pêkanîna rêgeza parastina rewa li gorî madeya 51`an a hevpeymana Neteweyên Yekbûyî ye.

Heta îro jî dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên dijminahiyê yên li ser ax û serweriya Sûriyê û rêbaza qirkirinê bi israra hedefgirtina sivîlan didomîne. Armanc jî bi rêya hêzê guhartinên demografîk li Sûriyê ferz bike û bê guman ev yek qanûnên navneteweyî binpê dike û dikeve asta sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên ku divê dadgehên naveteweyî lêpirsînê li ser bikin û sûcdaran muhasebe bikin. Di heman demê de, ev yek li ser yekitiya Sûriyê û serxwebûna axa wê û hevgirtina wê ya civakî jî xetere ye. Ev hevok jî ji biryara dewletên erebî yên têkildarî mijarê, hatine komkirin.”

MSD`ê destnîşan kir ku helwesta biryara dewletên erebî baş e û her wiha hate xwestin ku tedbîrên cezayên lezgîn ên der barê têkiliyên hevbeş ên li ser asta dîplomatîk, aborî, leşkerî û hwd de werin girtin û wiha domand: “Lê dewleta Tirk helwesta hin dewletên endam li ser wê biryarê keysbaz kir û bi bihaneyên nerast dijminahiya xwe dewam kir. Wekî ku îro serdanên berpirsên payebilind ên wekî wezîrê parastinê ji hin dewletên erebî re, keysbaz dike da ku sûc û dijminahiya xwe ya li ser Sûriyê û herêmên din ên di çarçoveya planên wê yên hedefgirtina ewlehî û îstiqrara herêmê de, bidomîne. Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên herî kirêt li Efrînê û herêmên din pêk tînin, van êrişên xwe didomîne. Ev yek jî plana eşkere ya qirkirin û dagirkirinê û nexasim hedefgirtina sivîl û kesên bêguneh e, ku ev pandemî dewam dike û gefê li ser tevahiya cîhanê çêdike.”

MSD`ê diyar kir ku ew êriş û dijminahiya dewleta Tirk û rêbaza qirkirinê û hedefgirtina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve û binpêkirina hemû biryar û hevpeymanên girêdayî Sûriyê, şermezar dikin.

MSD`ê di daxuyaniyê de got li ser esasê xala “Destwerdanên dewleta Tirk di dewletên Ereban de” wekî xaleke sereke di nîqaşa wezîrên Meclisa Komkara Erebî de û li ser esasê parastina yekitiya axa Sûriyê, ew bang li Komkara Erebî dikin ku bi lez tev bigere da ku mudaxele û sûcên dewleta Tirk ên ku aloziya li welêt gurtir dikin, rawestînin. MSD`ê bi bîr xist ku ku perwerdekirina dewleta Tirk ji çeteyên biyanî û rêxistinên terorîst re bi awayekî neyînî bandor li herêmê bi giştî dike, ji ber wê divê li ser asta navneteweyî û erebî tevgerên cidî çêbin da ku wan çalakbûnên kirêt bidin rawestandin.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di daxuyaniya xwe de pêwîstiya tevlêkirina wê di xeta siyasî ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê de, destnîşan kir û wiha dewam kir: “Di demekê de ku em careke din dubare dikin ku çareserkirina aloziya Sûriyê ya wê tenê bi awayekî siyasî be û li gorî biryarên rewa yên navneteweyî û di serî de daxuyaniya Cinêvê ya 2012`an û biryara navneteweyî bi hejmara 2254`an, lewra em piştrast dikin ku divê sazûmaniya desteya dan û standinan a opozîsyonê û ya hikumeta Şamê ji nû ve werin sazkirin. Ji bo ku hêzên opozîsyona nîştimanî yên Sûriyê yên xwedî bandor mîna MSD`ê tev lê bibin. Divê şandeya hikumeta Şamê bikare biryaran bide, ne ku tenê desteka wê were kirin da ku şandeya dan û standinan bixebite û veguhastina siyasî û pêvajoya demkî pêk bîne.”

MSD`ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û da zanîn ku ev yek rê li pêşiya vegera DAIŞ` vedike nexasim sûcên ku li herêmêna Eyn Îsa, gundewarên wê, Dêrik û tevahiya herêmên bakurê Sûriyê û rojhilatê Firatê pêk tîne. MSD`ê piştrast kir ku DAIŞ sûd ji bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker digire û xwe bi rêxistin dike.

MSD`ê got: “Em rola Hêzên Sûriya Demokratîk a ji bo tunekirina rêxistina terorîst DAIŞ`ê û paqijkirin axa Sûriyê ji DAIŞ`ê û parastina hemû pêkhateyên Sûriyê, bi bîr bînin. Her wiha em bînin bîra we ku gava ku Koalîsyona Navneteweyî bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li dijî terorê avêt, di salvegera 6`emîn a rizgarkirina Kobanê û salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê de ku DAIŞ`ê qaşo wekî paytext bi kar dianî, encamên girîng ên derbekirina terorê bi xwe re anîn û DAIŞ di aliyê cografî û meydanî de têk bir. Lê ruxmî wê jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ew jî beşek ji sîstema rêveberî ya Sûriyê ye û parastina yekitiya welat û serweriya wê ya herêmî kir, bi astengiyên mezin û cidî re rû bi rû maye ku divê werin çareserkirin.  Di serî de jî ev astengî, hebûna bi deh hezaran çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên biyanî û herêmî. Dewletên wan jî wan pêşwazî nakin, lewra mayîna wan bêçareseriyeke esasî dê encamê metirsîdar li ser paşeroja herêmê bi xwe re bîne. Ji lew re em pêwîstî bi piştgiriya we ya avakirina dadgeheke terorê ya li rojhilatê Firatê ya Sûriyê dibînin.”

MSD`ê her wiha bang li Komkara Erebî kir ku piştgiriya diyaloga kurdî bike û ev yek dê derfetên çareserkirina aloziya Sûriyê xurttir bikin. MSD`ê bi bîr xist ku dewleta Tirk hewl dide diyaloga kurdî wek beşekê ji diyaloga serdestî ya nîştimanî ya Sûriyê bi bin bixe.

MSD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de serkeftin ji civîna Komkara Erebî re xwest ku bi biryarên ku ewlehiya li herêmê û cîhanê xurttir dikin, bi encam bibe.

ANHA

Back to top button