ManşêtNûçe

​​​​​​​KNK`ê li dijî dagirkeriya Tirk dê konferansekê li dar bixe

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li se başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku armanc ji van êrişan ew e ku tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bikin û destketiyên gelê Kurd ji holê rakin.

KNK’ê destnîşan kir ku divê gelê Kurd û Kurdistanî li xak û destketiyên xwe xwedî derkeve.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ji bo pêkanîna yekdengî, yekrêzî û helwesteke neteweyî, ji bo helwesteke tundî ya neteweyî li dijî dagirkeriyê bê nîşandan, bi navê ‘Li dijî dagirkeriyê’ konferansekê pêk tîne. Bê ferq û cudahî em hemû partî, rêxistin û saziyên civakî vedixwînin konferansê.”

Li gorî daxuyaniyê, bernameya konferansê ya ku wê bi rengekî online bê lidarxistin wiha ye:

Dem: 15.05.2021

Saet: 10:00 (Li gorî dema Ewropayê)

Şêwe: Online Zoom

ANHA

Back to top button