ManşêtNûçe

​​​​​​​Heyeta parlamenteran..hebûna tu hêzeke cuda ya leşkerî li herêmê rast nabînin

Piştî veguhastina hêza leşkerî ya PDK’ê ber bi Metînayê ve, roja 5’ê  Hezîranê wesayiteke zirxî ya hêzên çekdar ên PDK’ê hatibû teqandin û PDK’ê jî berpirsyariya vê bûyerê xistibû stûyê HPG’ê. HPG’ê jî bi daxuyaniyekê li ber îdiayan rabû û xwest bûyer ji aliyê heyeteke serbixwe ve bê lêkolîn.

Piştî vê daxuyaniya HPG’ê, heyetek ji parlamenterên hikumeta navendî ya Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê serdana gundên li Metînayê kir û lêkolîn kir. Heyet ji dsrokê Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ya Parlamenta Iraqê, 7 parlamenterên Iraqê û 12 parlamenterên rêveberiya Başûrê Kurdistanê yên ji komîsyonên Pêşmerge, Karên Hundir Ewlekarî, Çandinî, Hawirdor û Tenduristiyê pêk hat.

Heyetê piştî lêkolîna li herêmê û hevdîtinên kir, daxuyaniyek da. Bİ navê heyetê Parlamenterê Başûrê Kurdistanê û Serokê Komîsyona Karên Pêşmergeyan Reving Hirorî daxuyanî da û diyar kir ku piştî hevdîtina bi Waliyê Duhokê, rûspiyên li navçeya Zaxo, herêmên Derkar û Batîfayê, keya û şêniyên herêmê, wan serdana gundên Kestê, Hitor û Çelka yên Amediyê kirine. Reving Hirorî diyar kir ku li van deveran jî wan nêrîna gel wergirtine û piştre bi Midûrê Bajarokê Kanîmasî Serbest Sabrî û keyayên bajarok re axivîne.

Hirorî anî ziman ku piştî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk gelek gundên li herêmê hatine valakirin û got, “Mirov neçar man ku malên xwe biterikînin û birevin. Bax, baxçe, darên fêkî şewitîn, zerar dîtin. Bi rastî jî ji ber şer xisareke mezin li cografya Kurdistanê bûye. Bûyerên diqewimin bandorê li psîkolojiya mirovên Kurd ên li herêmê dike.”

Hirorî got, “Şer tenê bû sedema hilweşînê” û ji bo çareseriyê bal kişand ser diyalogê.

Hirorî têkildarî hewldanên artêşa Tirk ên ji bo avakirina baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê wiha got, “Ji bilî hêzên ewlekariyê yên Iraqê û Herêma Kurdistanê em hebûna hêzeke cuda ya leşkerî li vê herêmê rast nabînin. Mîna her hevalên xwe yên di nava vê heyetê de ne, em dixwazin ku xelkê herêmê di nava aştî û aramiyê de be. Mirovên me dixwazin li gundê xwe, li malên xwe bi rengekî aram bijîn. Bawerim ku hemû aliyên li Kurdistanê jî di vê mijarê de hemfikir in. Her kes şer weke sûc dibîne û şermezar dike.”

Hirorî anî ziman ku rapora heyetê ya li ser lêkolîn û hevdîtinên li herêmê wê pêşkêşî Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê bikin.

ANHA

Back to top button