ManşêtNûçe

​​​​​​​Hesen Koçer: Çi êrişeke nû ya dewleta Tirk dê rastî berxwedaneke bêhempa were

Têkildarî gefên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişên nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer ji ajansa ANHA’yê re axivê.

Koçer anî ziman ku danûstandinên Amerîka-Rûsya yên demeke berê dewleta Tirk a dagirker ji lîstina rolekê di merheleya pêş li herêmê de tecîrd kir û wiha domand: “Vê tecrîdkirinê hişt ku dewleta Tirk carekê xwe biavêje hembêza Amerîka û careke din jî xwe biavêje hembêza Rûsya. Her wiha dagirkeriya Tirk bi rêya girêbesta balafirên F-16’an hewl dide xwe nêzî DYA’yê bike.”

Koçer destnîşan kir ku rewşên aborî, komên çete û mijara Idlibê barekî giran li ser dewleta Tirk çêdikin, ji ber wê gefan dixwe.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan 11’ê vê Cotmehê di civîneke çapemeniyê li Enqereyê bi bahaneyên ku QSD’ê êrişî Tirkiyê dike, careke din gefên pêkanîna êrişên nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin.

Hesen Koçer anî ziman ku yên ku Kurd û têkoşîna wan bi terorê tawanbar dikin, ew bi xwe piştevanên terorê ne û herêmên wan di serî de Idlibê bûne baregeha terora navneteweyî.

Koçer wiha domand: “Em şerekî hebûnê li dijî dagirkeriya Tirk li Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêk tînin. Lê Erdogan tevahî gelê Kurd bi terorê tawanbar dike. Ji ber civata navneteweyî bi temamî bê deng e û vê mijarê paşguh dike. Heke şoreşa azadiyê şoreşa terorê be, wê demê tevahî şoreşên rizgariyê yên li Ewropa li dar ketine şoreşên terorê ne. Em şerekî li dijî terorê û piştevanên wê raber dikin. Gelo çawa ev têkoşîna şoreşgerî bi terorê tê wesifkirin. Bi wê yekê re diyar dibe ku têgeha terorê li gorî berjewendiyan ne pratîkan tê binavkirin.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu di 13’yê vê Cotmehê de gefên nû yên pêkanîna êrişan li dijî herêmên QSD’ê xwarin.

Li ser vê yekê, Koçer wiha anî ziman: “Di demekê de ku Rêveberiya Xweser hewl dide çareyan ji krîza Sûriyê re bibîne, dê çi êrişeke nû bi xwe re krîzê kûrtir bike.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer ev tişt got: “Êdî dewleta Tirk li ser Rojhilata Navîn bûye belayek û dê li ser cîhanê jî bela be, ji ber ku tevgerên îslama radîkal di serî de DAIŞ’ê perwerde û xwedî dike. Heta gelê Tirkiyê jî ji planên wê bê par neman. Darbaya 15’ê Tîrmehê ya li Tirkiyê pêk hat nîşaneya wê yekê ye, wan koman leşkerên Tirk serjê kirin.”

Hesen koçber wiha dawî li gotina xwe anî: “Çi êrişeke nû ya dewleta Tirk dê rastî berxwedana gel a bêhempa were. Gel û Rêveberiya Xweser gelek gav di vê çarçoveyê de avêtine. Di demekê de ku dewleta Tirk gefên nû dixwe, gelê me xwe amade dike ku herêmên dewleta Tirk û komên wê yên çete dagir kirine, rizgar bike.”

Back to top button