ManşêtNûçe

​​​​​​​Hemdan El-Ebid: Berjewendiyên navneteweyî yên li herêmê, temenê krîza Sûriyê dirêjtir kir

Piştî girtina tevahî deriyên mirovî yên bi herêmê re, amabargoyeke dijwar li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê  heye.

Girêdayî vê yekê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid wiha got: “Berjewendiyên navneteweyî yên li herêmê, temenê krîza Sûriyê dirêjtir kir û ambargoyeke li ser herêmê bi giştî re ferz kir. Armanc ji vê yekê ew e Rêveberiya Xweser tawîzan bide hikumeta Şamê.”

El-Ebid diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî ku nekarî bi rêya baskên xwe yên îslama radîkal armancên xwe li Sûriyê pêk bîne, bi Rûsya û Çînê re li hev kir û ambargo li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kir.”

Hemdan El-Ebid da zanîn ku piştî projeya îxwanan li Rojhilata Navîn bi bin ket, dewleta Tirk a dagirker dît ku ew ji tevahî aliyan ve dorpêçkirî ye û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ev hemû encamên siyaseta çewt a dewleta Tirk, serdestiya nijadperest û dagirkirinan e. Lê istîqrara li herêmê ya di aliyê aborî û ewlehî de, li xweşiya dewleta Tirk a dagirker û dewletên din naçe, ji ber vê yekê dixebite ji bo ku di navbera pêkhateyan fitneyan derxe.”

‛HERÊMÊN ME JI BO SÛRIYÊ PAKETÊN XWARINÊ NE’

Hemdan El-Ebid wiha domand: “Heger em  herêmên hikumeta Şamê û opozîsyona ku desteka dewleta Tirk a dagirker de û herêmên Rêveberiya Xweser bînin ber hev, em ê bibînin ku projeya Rêveberiya Xweser yekane çareseriya serkeftinê û bidawîkirina krîza Sûriyê ye, ji ber ku li gorî yekitiya xaka Sûriyê û diyaloga sûrî ye.”

Her wiha El-Ebid têkildarî hewldanên derbekirina istîqrarî û ferzkirina ambargoyê li ser herêmê ev tişt got: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Sûriyê bi giştî paketên xwarinê ne. Ji ber tê de çem, çandinî û petrol hene. Lê dewleta Tirk bi hemû hêza xwe û bi hevkariya Rûsya û Çînê hewl dide istîqrara herêmê derbe bike û ambargoyê ferz bike.”

El-Ebid destnîşan kir ku di dema dawî de ji bo pêkanîna xwestekên dewleta Tirk deriyê Sêmalka hate girtin û wiha domand: “Heman demê Rûsyayê jî deriyê bi ser Urdinê ve vekir. Armanc ji ambargoya dijwar a li ser Rêveberiya Xweser ew e  ku rêveberî tawîzan bide hikumeta Şamê.”

Hemdan El-Ebid ev tişt got: “Em weke Rêveberiya Xweser, ne li dijî diyaloga bi hikumeta Şamê yan Rûsya yan jî tu aliyekî din re ne. Divê diyalog çêbibin ji bo ku rewşa ambargoyê ya li ser gelê Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, were rakirin. Ji ber ku Qanûna Qeyser, Korona û herî dawî jî girtina deriyan asta debarê ya gelê Sûriyê kembaxtir kir.”

El-Ebid teqez kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide bi tevahî aliyên navneteweyî re diyalogê pêk bîne ku deriyên mirovî veke û alîkarî ji gelê Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re werin pêşkêşkirin.”

‛XWETÊRKIRIN XEBATÊN PÊŞÎN ÊN RÊVEBERIYA XWESER IN’

Girêdayî mijarê Hemdan El-Ebid wiha berdewam kir: “Berê li Sûriyê ji aliyê xwetêrkirinê ve genim hebû, lê niha desthilata Sûriyê azara kêmbûna genim dikişîne, her wiha herêmên Rêveberiya Xweser jî vê azarê dikişînin, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê li ser herêmê kêm kiriye û herêmê bi ziwabûnê re rû bi bûr ye.”

El-Ebid anî ziman ku Rêveberiya Xweser ji bo xwetêrkirinê planên nû datîne. Ji xebatên pêşîn ên Rêveberiya Xweser ew e ku ji bo xwetêrkirin xwe bispêre berhemên herêmê.

Li ser berxwedana gel, hevgirtin û piştgiriya wê bi Rêveberiya Xweser re El-Ebid ev tişt got: “Berxwedana gel, hevgirtin û piştevaniya Rêveberiya Xweser hemû planên dewleta Tirk, ji ambargoya aborî, fitneya di navbera pêkhateyan de û avakirina şaneyên terorê li herêmê, têk birin. Em dibînin ku gel hevgirtî ye, ji ber dizane ku projeya Rêveberiya Xweser çareseriya herî  guncaw a bidawîkirina krîza Sûriyê ye.”

Hemdan El-Ebid ev tişt anî ziman: “Em bangawazên diyalog û aştiyê ne, ne bangawazên şer in, em ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne. Ji ber ku zimanê diyalogan, zimanê aqilmendiyê ye û zimanê çekê zimanê wêrankarî û şer e.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid wiha dawî li gotina xwe anî: “Me ji ber tevahî cîhanê ve şer kir û me terora DAIŞ’ê ya ku gef li tevahî cîhanê dixwar û hîn jî dixwe, têk bir.”

ANHA

Back to top button