ManşêtNûçe

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 350 darên zeytûnan desteser kir

Li Efrîna dagirkirî revandin, talankirina mal û milkan her wiha dest danîna li ser daran û birîna wan ji hêla çeteyên dewleta Tirk berdewam e.

Li gorî Çavkaniyekî taybet ji kantona Efrînê ya dagirkirî ji ajansa ANHA’yê re ragihand ku çeteyên Cebha Şamiyê bi pêşengtiya çete Şêx Ebdulcebar dest danîn ser 350 darên zeytûnê yên welatiyên bi navê Zûhêr Mihemed û Îsam Mihemed ên ji gundê Mareskê li navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî.

Li gorî çavkanî, çeteyên Cebha Şamiyê bi alîkariya çeteyekî bi navê Osman Rehîlo, belgeyên milkiyeta erd û zevî ji bajarê Helebê bi awayên sextekariyê derxistine û erd bi navê xwe qeyd kir.

Heman çavkanî diyar kir ku veguhestina milkan ji aliyê çeteyan ve di dema dawî de zêde bûye, çeteyan mal û milkên şêniyên resen talan dikin yan jî wan neçar dikin ku bi buhayên erzan bifroşin.

Back to top button