Çand û HûnerManşêt

​​​​​​​4`emîn Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi dawî bû

Çalakiyên pêşengeha şehîd Herekol ya çaremîn duh roja Înê bi dawî bû piştî domandina wê pênc rojan,  di merasîmê bidawîkirina pêşengehê de sipasiya hemû alîkarên di pêşkêşkirina pêşengehê de hat kirin, 5300 pirtûka diyarî beşdaran û mêvanan hat kirin.

Çalakiyên pêşengeha Herekol ya çaremîn di dîroka 7-20 destpê kir, di pêşengehê de gelek çalakî û tevlîbûnên cuda ji aliyê weşanxanê û Konfedrasyona nivîskaran û rewşenbîran û broyên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyryê hat kirin.

Pêşengeh bû şahidê hinek çalakiyên çandî û fikrî(Semîner, beşek ji bo pêşkêşkirina wêneyên optîkî ji aliyê navenda Şopdarên Rojê ya Çandê, û Hêzên ewlehiya Hundirîn û hêzên Sûriyaya Demokratîk, Heyva Sor ya Kurdî).

Di çalakiyên roja dawî gelek şênî, rewşenbîr û nivîskar serdana pêşengehê kirin, bi nêzîkatiya 5300 pirtûkan ji aliyê şeş beşên ku tev li pêşengehê bûn weke diyarî dan.

Di dawiya çalakiyên pêşengehê de lijneya amadekar sipasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û lijneya bijîşkî kir da ku parastina beşaran kirin.

Lijneya Amadekar wêneyên şehîd Herekol radestî dayika wî kir,her wiha pirtûk li beşdaran belav kir, navê sê nivîskaran (Salih Heydo, Xidir El-Hmadî, Koneh Reş) ji bo çapkirina pirtûkên wan bê pere, pînyar kirin, her wiha komîteyê zarokê Rena Ekîd a ku çavdêriya beşê zarokan dikir xwelat kir.

Dihat payîn ku pêşengeha Herekol a çaremîn ya pirtûkan di 25 Hezêranê bi dawî bibaya, lê piştî ku Desteya Tenduristiyê ragihand gelek kes li bajarên Qamişlo û Hesekê bi koronavîrusê ketine, Komîteya Amadekar ji bo parastina welatiyan, duh pêşengeh bi dawî kir.

Back to top button