
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ji ANHA’yê re daneyên sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê ya dagirkirî eşkere kirin.
Îbrahîm Şêxo piştrast kir ku di destpêka sala 2022’yan de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê 25 welatiyên gund û navçeyên Efrînê ya dagirkirî revandine. Şêxo têkildarî birîna daran got çeteyên dewleta Tirk nêzî 900 darên zeytûnan birîne.
Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 cihên dîrokî yên li gundên kantona Efrînê wêran kirin û dizîn û da zanîn ku dewleta Tirk di bin navê komîteyên cuda de raya giştî dixapîne da ku sûcên li dijî welatiyên Efrînê veşêre.
Şêxo got çeteyên Sultan Silêman Şah (El-Emşat) bi fermana rasterast a îstixbarata Tirk sûcan pêk tîne.
Îbrahîm Şêxo di dawiyê de piştrast kir ku dewleta Tirk guhertina demografiyê li Efrîna dagirkirî didomîne û civaka navneteweyî jî van sûcan paşguh dike.