ManşêtNûçe

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk malên sivîlan li Serêkaniyê veguherandin baregehên leşkerî

Li gorî nûçegihanê ajansa ANHA’yê, hate belgekirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku bi darê zorê niştecihên resen ên Serê Kaniyê derxistin ji cih û warên wan, malên wan wêran kirin û veguharandina baregehên leşkerî.

Bi destpêkirina êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û dagirkirina wan ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re di dawiya 2019’an de dewleta Tirk a dagirker şêniyên resen ji herêmê bi darê zorê derxistin, bi taybet li gundan û piştre baregehên leşkerî li gundan ava kirin.

Piştî nûçegihanê ajansa ANHA karî nêzî nuqteyên li wan gundên rojhilatê navçeya Serêkaniyê ya dagirkirî bibe, hate eşkerekirin ku dagirkeriya Tirk gelek gundên rojhilatê Serêkaniyê hilweşandine û veguherandina baregehên leşkerî.

Gundên dagirkeriyê xerab kirine; gundê Ezîziyê yê li rojhilatê navçeya Serêkaniyê, gundên Erîşa û Dawûdiyê û dagirkeriyê ev gund veguherandin nuqteyên leşkerî.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyên xwe yên li wan malên sivîlan, piştî şênî bi zorê ji gund bi derxistin, nuqteyên xwe xurt kirin û satir ava kirin.

Back to top button
Close