ManşêtNûçe

Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Connecticutê ya Amerîkayê peymanek îmze kir

Zanîngeha Rojava li ser daxwaza Zanîngeha Connecticutê ya Amerîkayê, peymanek akademîk îmze kir.

Zanîngeha Rojava piştî ku li ser peymanê nîqaş kir, bi rêya Nivîsgeha Têkiliyên Giştî daxwaza îmzekirina peymanê erê kir. Dema peymanê heta 5 salan e, lê piştî wê demê dikare heta demek din bê dirêjkirin.

Têkildarî mijarê Hevseroka Zanîngeha Rojava Şînda Dawûd ji ajnsa ANHA’yê re diyar kir ku naveroka peymanê bi temamî zanistî ye, karê ku dê pêk were jî hevbeş e.

Şînda destnîşan kir ku peyman ji bo lidarxistina konfrans, panel û sempozyumên hevbeş, çêkirina kovarên hevbeş, lêkolîn û pêşxistina asta xwendekar û mamosteyan e.

Şînda da zanîn ku tişta dê pir nîqaş li ser bê kirin nûjenkirina rêbazê dersdayînê ye

Hêjayî gotinê ku Zanîngeha Connecticut, zanîngehek lêkolînan a giştî ye, li wîlayeta Connecticut dikeve. Sala 1881`an hatiye avakirin û navê wê destpêkê Dibistana Sotres a çandiniyê bû. Zêdetirî 30 hezar xwendekar li 6 beşên zanîngehê dixwînin, zêdetirî 8 hezar xwendekarên xwendina bilind jî lê xwendina xwe didomînin. Di heman demê de zanîngeh endama Universitas 21 e.

Back to top button