
Zanîngeha Rojava bi rêya malpera xwe ya medya dijîtal ragihand ku Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Binghamton a li bajarê New Yorkê peymaneke akademîk îmze kir.
Zanîngehê diyar kir ku ev peyman di çarçoveya xurtkirina têkiliyên zanistî û akademî li ser van çend xalan de pêk hatiye.
Xalên peymanê wiha ne:
– Projeyên lêkolînî yên hevbeş di warên berjewendiya hevbeş de.
– Pevguhertina weşan û raporên akademîk.
– Di rêbazên hînkirina nûjen û çêkirina semîneran de şarezayan bi hev re parve bikin.
– Organîzekirina sempozyûm, komxebat û konferansên hevbeş.
– Şandina xwendekaran di navbera her du zanîngehan de pêk bê.
– Çalakiyên din ên ku her du alî jê sûd bigirin.