ManşêtNûçe

YE‘yê derbarê ‘polîsên exlaq‘ yên Îranê û 11 rêveber de biryara pêkanînê da

Di nava lîsteya pêkanînê ya di Rojnameya Fermî ya Yekîtiya Ewropayê hat weşandin de, 11 rayedarên Îranî ku Serokê Teknolojiya Têkîliyan Îsa Zarepûr jî di nav de ye û “polîsên exlaq“ jî cih digirin. Wê derbarê van kes û saziyan de, qanûna vîzeyê bê dayîn û malên wan ên li YE’yê wê bê desteserkirin.

Wezîrên Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê li Luksembûrgê hatin ba hev û ev biryara pêkanînê erê kirin, ev biryar hefeya borî ji aliyê sefîrên bilind ên YE’yê li Brukselê hatibû erêkirin. Şefê “polîsên exlaq“ ên Îranê Mûhammed Rustemî Çeşmah Gaşî jî di nav vê lîsteyê de ye.

Di dawiya meha Îlonê de, Yekîtiya Ewropayê ji bo zexta li ser xwepêşanderên li Îranê tê kirin, bi gotina “Hinceta wê nîne û nayê qebûlkirin” bertek nîşan dabû.

Çalakiyên protestoyê piştî ku “polîsên exlaq“ ên Îranê di 16’ê Îlonê de, Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya 22 salî bi êşkenceyê qetil kir û vir ve dewam dikin.

Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock, di daxuyaniya li Luksemûrgê dayî de wiha got: “Dema hûn van dîmenên tirsnak ên girêdayî şewata girtîgehê dibînin û tê xuyakirin ku bi awayek hovane li mirovên aştîxwaz, jin, mêr û ciwan û zarokên xwendekar, tê xistin. Em çavê xwe li ber vê rewşê nagirin û naxwazin bigirin.”

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Anne Lînde destnîşan kir ku pêkanîn “kesên li hemberî zexta li ser çalakiyên aştiyane û bi taybetî gelek kuştinên jinan berpirsyar” hedef digire.

Emerîka, Îngilistan û Kanadayê jî li dijî Îranê ji ber binpêkirinên mafan, beriya demek kurt biryarên pêkanînê da bû.

Back to top button