ManşêtNûçe

Yekitiya Parêzaran a Cizîrê: Em soz didin ku kujeran li cem dadgeha navneteweyî darizînin

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk ku bi xwe bingeha dijberî û şer e, qirêjtirîn sûcan li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û taxên sivîl, binesazî û avahiyên xizmetguzariyê nexasim wek nexweşxaneya Kobanê, embarên Eyn Îsayê û yên Dirbêsiyê, hedef digire. Dagirkeriya Tirk hewl dide bi van kiryaran niştecihên resen ên herêmê koçber bike, herêmê vala bike û demografiya wê biguhere, tam wek ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kiriye. Di encama êrişên dawî de jî deh kes ji wan sivîl û rojnamevan şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn. Ev li ser hovîtiya komkujiya ku digihêje asta sûcên şer û jenosidê şahid in.

Dewleta Tirk li hicetan digere da ku êrişî herêmê bike û ajandeyên Erdogan pêk bîne. Ji ber wê teqîna li Stenbolê kir hicet û dest bi êrişan li dijî herêmê kir. Ev komkujiya Dihokê yê Başûrê Kurdistanê ku di meha Tîrmehê de pêk hatiye, tîne bîra me. Vê komkujiyê îsbat kir ku destê dewleta Tirk di komkujiya seyrangeha geştiyarî heye. Ruxmî wê jî, bi senaryoyeke binkeftî, PKK`ê bi pêkanîna vê komkujiyê tawanbar kir. Heman senaryo, li Stenbolê pêk anî.

Armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan, têkbirina gel û hêzan e ku rêxistinên terorîst tune kir. Her wiha dixwaze tola xwe ji wan hilîne. Lê ev dê tevliheviyeke zêdetir li herêmê çêke û dê rê li pêşiya çalakbûna şaneyên terorîst veke ku careke din DAIŞ vejîne.

Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku xwedî li erka xwe derkevin, eger wiha nebe dê bêdengiya wan wek erêkirinekê xuya bike da ku dewleta Tirk a dagirker komkujiyên dîtir pêk bîne.

Her wiha em bang li hikumeta Şamê dikin ku xwe li hember binpêkirinên dagirkeran li dijî xaka Sûriyê berpirs bibîne.

Em soz didin gelê xwe ku erkên xwe yên qanûnî pêk bînin, hemû komkujiyan û dozên herêmê ragihînin qada navneteweyî, rastiyê eşkere bikin û berpirs û kujeran li cem dadgeha navneteweyî darizînin.”

ANHA

Back to top button