
Yekitiya Jinên Ciwan li Minbicê, roja 24’ê Gulanê, panêlek bi dirûşma “Bi şoreşa Jin jiyan azadî dê azadî bi ser bikeve” bi armanca nîqaşkirina pirsgirêkên jinên ciwan û peydakirina çareseriyan li dar xist.
Di panêlê de destpêkê rola pêşengiya ciwanan a di civakan de hat nîqaşkirin û gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî em ê bi ser bikevin” hat bibîrxistin.
Mijara yekem a panêlê li ser pirsgirêkên jinên ciwan bû, der barê wê de Desteya Çand û Hunerê ya Yekitiya Jinên Ciwan Sîdra Heso got: Yek ji pirsgirêk û astengiyên herî diyar ên li pêşiya jinên ciwan û ciwan pergal e. Bi şerê taybet û belavkirina madeyên hişbir di nav wan de hewl dide dînamîkên civakî birizîne. Li gel zextên malbatî yên li ser bingeha zihniyeta mêranî, urf û edetên paşverû, zewaca di temenê biçûk de, û cudakariya zayendî, hewl didin pêşî li ciwan û jinan bigrin.
Di mijara duyemîn de jî endama Yekitiya Jinên Ciwan Sîdra Barkal got: pirsgirêk û zîhniyeta ji demên kevnar ve mane. Şoreşa ku weke şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê binavkirin, li ser esasê guherîna zihniyetê bû, ev şoreş hê jî didome.
Sidra Barkal bal kişand ku divê semînerên bi vî rengî ji bo pêşkêşkirina ramanan û pêşxistina çareseriyên ji bo bilindkirina asta çalakî û têkoşîna jinan bên xurtkirin.