CiwanManşêtNûçe

Xwepêşandanên ciwanan tê de piştrast kirin li ser bilindkirina riya têkoşînê

Tevgera ciwanên şoreşger duh li bajarê Heleb û Kobanê xwepêşandanek li dar xsitin tê de dexwazkirin eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Ocelan, bi der barê belavkirina medyaya civakî rewşa tenduristî ya rêber Ocelan.

Bi dehan ji xurt û keçan tevlî xwepêşandanê bûn bi daxwaza eşkerekirina rewşa tenduristiya rêber Abdulllah Ocelan di girtîgeha Îmraliyê de.

Di der barê xwepêşandanekê de tekez kirin li ser bilinkirina riya têkoşînê heta eşkerekirina rewşa Rêber Ocelan û ew ê li qada bin, û çalakiyan li darbixin.

Li bajarê Helebê barê xwepêşandanek di bin drûşmeya ” Bese ji tecrîda faşîzm û dagirkerî re… dem dema azadiyê ye”, li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hat li dar xistin.

Bi sedan ji şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û nûnerên ji sziyên sivîl û partiyên siyasî li bajarê Helebê tevlî meşê bûn.

xwepêşandaran li pêşiya navenda tevgera ciwanên şoresger li beşa rojava ji taxa Şêx Meqsûd sekinîn, wêneyên rêber Ocelan hildan û dest bi wepêşandanê kirin, dirûşmeyên ku rêber Ocelan silv dike berz kirin.

Dema gihaştina qada meclisa şehîd Gulhat li beşa rojhilat, deqeyek rêzgirtin sekinîn, piştre endamê di tevgera ciwanên şoreşger ya Sûrî Xemgîn Heleb li ser tecrîda ku dewleta Tirk ferzkiriye li ser rêber Ocelan axivî û redkirina malbat û parêzerên wî ku hevdîtinê pê re pêk bînin û eşkerekirina rewşa wî ya tenduristî yê.

Her wiha tekez kirin ku ew qet narawestin di li dar xistina çalakiyan eger rewşa rêber Ocelan neyê eşkerekirin, bêdengiya navdewletî û rêxistinên mafên mirovan şermezar kirin li hemberî tiştê ku pêk der heqê rêbertî di zindanên Tirkiyeyê.

Li Minbicê ciwanên şoreşger daxuyaniyek dan ji raya giştî.

Di daxuyaniyê de wiha hat:

Me bihîstiye tiştê ku medyaya civakê raghand li ser rewşa rêber Ocelan û redkirina hikumeta Tirkiya ya faşîzm ku hevdîtinê bi parêzeran pêk bînin, em weke Meclisa Ciwanan û Jina Ciwan daxwaza eşkerekirina rewşa rêber Ocelan dikin, em hikumeta dagirkeriya Tirk berpirsyar dikin têkildarî rewşa tenduristiya rêbertî ya însanî û fikra azad, her wiha jî civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan berpirsyar dikin ya ku li binpêkirinên derheqê rêbertî dinêre mîna ku ew çav girtiye.

Daxuyanî bi berzkirina drûşmeyên ku berxwedanê silav dikin û daxwaza azadiya rêber Ocelan bi dawî bû.

Back to top button