Çand û HûnerHemerengManşêtNûçeyên Lezgîn

“Xwe Nekuje” Hozanên Kurd Pêşengiya Yekêtiya Netewî dikin

Bi berhemekî kû çendîn berheman dîsa hunermendên Navdarên Kurd bi goraniyekî pêşengtiya xwe ji bo Yekêtiya Netewiya Kurd dikin.

Ev yek ji hezaran çalakî û berhemên hêja û bi nirx ji hozanên kurd kû banga Yekêtiya Niştîmanî Kurdî dikin. Bi vê berhemê, kû hozan Hekîm Sefkan bi gotin û awazên xwe, Hozan Xelîl Xemgîn bi dengê xwe yê naskirî û li gel rêhevalên xwe yên Hûnerê  Bengî Agirî, Peywan Arjîn, Jiyan Osman û çendîn hûnermendên dinê hêja ev goraniya tijî ji hest û soza netewî pêşkî gelê xwe dikin.

Gotinek ji bo vê berema Hêja ji hozan Hekîm Sefkan:

Ji bo min cudahî di nava van tiştan de tuneye;
Ha te bi fîşekan birayê xwe kuşt, ha bi gotinan.
Ha te di kozika şer de li dijî birayê xwe şer kir, ha te di kozikên siyasî de şer kir.
Ha bi teqînan te mala birayê xwe xerakir, ha bi bêbêxtî û reşkirinê.
Wekî ku bi kirinên te birayê te wendadike, dijminê te bidestdixe,
Dêmekî ew kuştine.
Incex, kuştina birayê te ya vê rojê, amadekariya kuştina te ya sibe ye.
Min li vir tu giranî nedaye Melodî û muzikê, li vir peyv name ne.
Spas ji bo her kesê ku ked dane

Silav û Rêz

Hekîm Sefkan

 

Gotinek ji bo wateya vê kedê ji Hozan Xelîl Xemgîn

Rewşa ku hemu mirovahî ketî karantîne û pandemi de jî, dujminê gelê Kurd pêngavên qirkirina Kurdan ranewestandin. bervajay vê yekê, herî bêhtir di vê pêvajoyê de dewleta dagirker ji bo şikandina îrade û destkeftiyên hewildaye ku, şerê têkbirina Kurdan li çar beşên Kurdistanê encamê bi destbixîne!.. Gelê Kurd êdî vê rastiyê baş dizane ku, dujminê me cesaret û sûdê li tunebûna yekîtî û yekrêziya me a netewî distîne!. Lewazîya di navbera hêzên Kurd de, hevdu nepejirandin û berjeweniyên partiyetî, ji serdema peyama Lozanê û heya niha berdewamin, her weha, vê şêwaza siyaseta kurdan bi xwe re tirajediyên mezin bi serê civaka me aniye. Êş û azarên vê yekê di mêjûyê civaka me de he roj taze û zindî dijîn!. li Efrînê, Kobaniyê, Serêkaniyê û Girê Sipî û niha jî li Başûrê Kurdistanê, heman şêwaz û lewaziya di siyaseta kurd a tevayî de berdewame!.

Hunermendê Kurd sala bihurî, li beranberî êrîşên dewleta tirk ser Serêkaniyê û Girê Sipî, ji bo balê bikşînin ser vê mijara perçebûna kurdan, banga helwestek netewî û yekrêzî li hemu rêxistinên siyasî ên Kurd kirin. Hunermendan soza berdewamiya hewildanên xwe dabûn!. ji wê demê de û heya niha jî, hewildan û çalakiyên hunermendan cur be cur berdewam dikin. Ica berhemek wisa “stran” ku, heval Hekîm Sefkan bi hest û hîsên xwe nivîsand û li stranê lêkirî, merev dikare bêje ku: ji ruhê wê helwesta hunermendan derketî… berhemk hestewar ku dilê her kurdekî de hêvî û baweriyê zindî dike. Ev berhem bi keda gelek hevalên hunermend hatiye amede kirin. me xwest di vê serdema şewba Corona de jî, em çalakiyên xwe wisa bi berhem bo civaka xwe û bi nasnameya xwe a Rojavayê Kurdistanê bînin ziman. Hêvîdarim ji aliyê gelê me ve bi moral û kêfxweşî bête pejirandin.

Silav û Rêz Xelil Xemgin

 

 

Back to top button