ManşêtNûçe

Xelkê Mexmûrê 13 roj in li dijî dorpêçê li ber xwe dide

Artêşa Iraqê ji 20’ê Gulanê ve hewl dide derdora wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî  (Mexmûr) bi têl û kuleyan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîdên zirxî wesayîdên kar şandine derdora wargehê. Artêşa Iraqê heya niha di vê daxwaza xwe de bi israr e.  Jin, ciwan û zarok jî di nav de xelkê Mexmûrê li hemberî ve hewldanê bi israr berxwedana xwe di roja 13’emîn de didomîne.

Xelkê Mexmûrê ev 13 roje konê berxwedanê daniye bi şev û roj bê navber di şertê hewaya germ de nobetê digre û şevê din jî heta niha di konê de nobet girt û berxwedana wan berdewam dike.

 

Back to top button