ManşêtNûçe

​​​​​​​Xalid Berkel: Projeya Rêveberiya Xweser serkeftina xwe îsbat kir

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi projeya Rêveberiya Xweser ber bi avakirina sûriyeke demokratîk ve diçe ku hemû pêkhate tê de di nava aramî û ewlehiyê de bijîn. Lê hikumeta Şamê hîn jî bi zihniyeta xwe ya çewisandin û înkarkirina pêkhateyan ve girêdayî ye, diyalogên navxweyî û hemû çareseriyên aştiyane red dike.

Têkildarî mijarê, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Reqayê Xalid Berkel ji ANHA re diyar kir ku rejîma Şama hîna bi zihniyeta înkar û dûrxistinê ve girêdayî ye û çareseriyekê ji krîzê re qebûl nake ku gelê Sûriyê yê ku berdêl dide, rizgar bike.

Xalid Berkel bal kişand ser projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûniştandin, projeya rizgarkirina gelê Sûriyê ji aloziyê ye, ji ber ku bi vê projeyê gelên herêmê dikarin di aramî û ewlehiyê de bijîn. Ev proje berovajî çareseriya teng e ku rejîma Sûriyê ji pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û ji bo gelê Sûriyê bi giştî re pêşkêş kiriye. Em hêvîdar in ku rejîm Sûriyê nêrîna xwe li ser pêkhateyên li vir û projeya Rêveberiya Xweser biguherîne, ji ber ku zihniyeta wê tu fêdeyê li sûriyan nake.”

Berkel anî ziman ku projeya Rêveberiya Xweser, serkeftina xwe îsbat kir û îsbat kir ku ew çareseriya herî guncav ji aloziyê y û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev proje qebûl kirine.

‘BI DIYALOGÊ EM DIKARIN BIGIHÊJIN ÇARESERIYÊ ‘

Xalid Berkel bang li rejîma Şamê kir ku li gelê Sûriyê guhdar bike û got: “Diyaloga sûrî-sûrî girîng in, girêdana di navbera beşên civakê de xurt dike, ji ber di serhişkiya rejîmê û girêdana wê bi yek zihniyetê de gûrkirina aloziyê dibîne.”

Xalid Berkel destnîşan kir ku kiryarên rejîma Sûriyê yên wekî dorpêça li ser deriyên sînor ên bi herêmên Rêveberiya Xweser re xizmeta Sûriyê nake û li dijî têgehan hemwelatîbûn û hemû nirxên exlaqî û mirovî ye û got, rejîma Sûriyê dê bi siyaseta xwe wekî berê dê têk biçe.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Reqayê Xalid Berkel da zanîn ku welatiyên li herêmên Rêveberiya Xweser berê peyama xwe ji rejîma Sûriyê re ragihandin ku di hemû aliyan de bi taybet aborî û jinûve avakirinê baweriya xwe bi Rêveberiya Xweser anîne.

Back to top button