JinManşêt

Weqfa Jina Azad kuştina jinan şermezar kir

Bi armanca şeremzarkirna kuştina jinan bi taybet bûyera herî dawî ya kuştina jineke temen biçûk li taxa Xwêran a bajarê Hesekê. Der barê bûyerê Weqfa Jina Azad a Sûriya daxuyaniyek li dar xist.

Daxuyanî ji hêla endama Weqfa Jina Azad a Sûriya Hesîna Mihemed hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: Piştî hezarên salan ji temenê demuqratiyê û mafên mirovan ê ku ji mafên me tevaye weke mafê ku destûrên netewî danîne, ji kuştina zaroka li Hesekê îro em matmayî mane ku ew bi wêneyeke pir xerab me dît ji sedma lêdan, heqaret, rûreşî û destdirêjiya li ser zarokeke bêguneh yek ji şehîdên zewaca zarokên temen biçûk.

Em yek ji wan sûcên ku her roj têne dûbarekirin di derheqê hezarê zarok û keçan de dûrî nirxên mirovahî û exlaqî her wiha ên olî, em weke Weqfa Jina Azad li Sûriyê vî sûcî şermezardikin û banga xwe didin kesên elaqedar ku wan sûckaran bide cezakirin bi awayekî giran.

Na ji bêdengiya ragihandinê li ser hemû sûc û tundiya li ser jin, keç û zarokên temen biçûk a ku tê meşandin.

Back to top button