ManşêtNûçe

Wekîlên HDP’î: Bila her kes li ber tecrîda li Îmraliyê rabe!

Nobeda Edaletê ya Parlamenterên HDP’ê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê hate destpêkirin, di roja 24’an de ye. Parlamenter Şevîn Coşkûn, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Mûrat Sarisaç, Kemal Pekoz, Mûrat Çepnî, Hasan Ozguneş, Nûsrettîn Maçîn, Îmam Taşçier, Alî Kenanoglû, Erdal Aydenîz, Mûazzez Orhan, Dilşat Canbaz Kaya, Zuleyha Gulum, Celadet Gaydali tevlî çalakiyê bûn.

Canbaz Kaya got, “24 roj in em di nobeda edaletê de ne. Çima 24 roj in em li vir in. Çima em bi israr nobeda edaletêa dewam dikin? Em hemû baş zanin ku mafên mirovan û azadî li gorî siyasetê, li gorî kesan nayê guhertin. Ji bo her kesî divê wekhev be. Mixabin li vî welatî, tiştekî bi vî rengî nîne. Sedema hatina me ya li vê derê ew e ku du sal in parêzer û malbat nikarin bi Birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê tecrîdkirî ne hevdîtinê bikin. Em ê qala destûra bingehîn, demokratîkbûna welêt û azadiyê bikin. Desthilatdarî her gavê qala van dike, lê belê destûra bingehîn û mafên mirovan li gorî şexsan cuda bi cih tîne. Em zanin ku îro li hemû girtîgehan tecrîd heye, lê belê di demekê de ku girtî û hikumxwar karin bi telefonê bi malbat û parêzerên xwe re biaxivin, dikarin hevdîtinê bikin, îro li Îmraliyê heman tişt nîne. Yanî li Îmraliyê di şexsê Birêz Ocalan de tecrîdeke giran heye. Divê em civak bi hev re li ber vê tecrîdê rabin. Tecrîda girankirî ne tenê li Îmraliyê her wiha li ser tevahiya civakê tê ferzkirin.”

Canbaz Kaya bang li jinan, ciwanan, Elewiyan, karkeran, bindestan hemûyan kir ku li ber tecrîda li Îmraliyê rabin û got, “Ev tecrîd li dijî me hemûyan e û li tevahiya welêt belav bûye. Em daxwazan dubare dikin. Bila destûr bê dayin ku Birêz Ocalan karibe malbat û parêzerên xwe bibîne.”

ANF

Back to top button