ManşêtNûçe

Wallstrom: Divê dinya rola Kurdan nas bike

Wezîra karênderve yê Sêwêd Margot Wallstrom got: Têkiliyên me bi Kurdan re hene û divê dinya rol û têkoşîna bêhempa a Kurdan, bi teybet di şerê li dijî DAIŞ de qebûl bike. Gereke em di vê rewşê de alîkarî û piştgiriyê bidine Kurdan.
Wallstrom roja 5 / 7 / 2019 bi çapemeniyê re hevdîtinek lidarxist û derbarê mijarên girêdayî rewşa Rojavayê Kurdistanê , Sûriyê Tirkiyê û Îranê de dauxyanî dan.
Li ser pirên ku ji aliyê pişka Kurdî ya Radyoya Sêwê jê derbarê Rojvayê Kurditanê û Rêvebiriya Xweser Wallstrom wiha got: Sêwêd ji aliyê xwe ve însiyatîf girtiye ku dadgeheke navneteweyî were danîn da ku girtiyên DAIŞ yên di destê Kurdên Sûriyê de werine mehkeme kirin.
Li ser pêvajoya avakirina dadgeheke bi vî rengî Wallström got gelek dewlet bi germî nêzîk dibin, bes gelek astengiyên hiqûqî û siyasî hene. Ev dadgeh wê çawa û li kû were danîn, wê çawa were fînanse kirin, wê çi dozan bihewîne nav xwe û hwd, loma ev pêvajoyeke demdirêj e.
Pêşniyazeke heyî ew e ku DAIŞ` î li Îraqê werine darizandin, lê Wallström got pirsgirêka mezin bi Îraqê re ew e ku li Iraqê cezayê îdamê heye û loma ew ne alîgirên wê ne. Li ser pirsa bê gelo îmkan heye dadgeh li bakurê Sûriyê, yanî li Rojavayê Kurdistanê were danîn, wê got: Belê, divê were nerîn bê îmkan çiqas hene ku dadgeheke navneteweyî li bakurê Sûriyê were danîn.
Wallstrom derbarê rewşa gur û aloz a di navbera Îran û Emerîka de nêrînên dewleta Sêwdê anîn ziman û daxuyakirin ku ew ji aliyê xwe ligel wê yekê ne ku diyalok birêve biçe û ew weku dewletên Ewropa piştgiriyê didin mekanîza INSTEX a peywendiyên bazirganiyê di navbera Ewropa û Îranê de birêve dibe.
Bi rewşa Tikiyê ve girêdayî û binpêkirên mafên mirovan û girtina siyastmedaran weku hevserokê berê yê HDP`ê Selahadîn Demirtaş , Wallstrom got:Rewş û kiryarên Tirkiyê nayêne qebûlkirin. Lê riyên danûstandinê bi Tirkiyê re resmî vekirîne û em di asta Yekîtiya Ewrûpa de zextan li ser Tirkî dikin da girtiyên muxalif berdin. Loma jî muzakereyên YE yên bi Tirkiyê re hatine birîn û em ê van zextan bidomînin.

Back to top button