ManşêtNûçe

UNESCO qetilkirina nûçegihanê ANHA ‘yê Îsam Ebdullah şermezar kir  

Rêvebera giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Audrey Azoulay qetilkirina nûçegihanê ajansa ANHA ‘yê Îsam Ebdullah şermezar kir.

Îsam Ebdullah dema ku êrişa dewleta Tirk a dagirker dişopand, di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de li gundê Teqilbeqil ê Dêrikê di 20’ê meha mijdarê şehîd bûbû.

Audrey Azoulay di daxuyaniya xwe de banga parastina rojnamevanan kir.

Audrey Azoulay di daxuyaniya ku li ser malpera(UNESCO) de parvekiriye wiha got: “Ez qetilkirina rojnamevan Îsam Ebdullah şermezar dikim. Peywira rojnamevanan e ku nûçe û agahiyên ku cemaweriyê eleqedar dike, parve bikin. Divê silametî û parastina wan werin mîsogerkirin.”

 

Back to top button