ManşêtNûçe

UNESCO êrişa li dijî JIN TV şermezar kir

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk 23’ê Tebaxê li ser rêya Qamişlo-Amûdê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, li seyareyekî rojnamevanan da. Di encamê de karmendê Jin TV Necmedîn Feysel jiyana xwe ji dest da û nûçegihan Delîla Egîd birîndar bû. Rêvebera Giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Audrey Azoulay, bi daxuyaniyeke qetilkirina endamê JIN TV′yê Necmedîn Feysel Hec Sînan şermezar kir.

‘Bila berpirsên êrişê sewqî edaletê bên kirin’

Audrey Azoulay bang li desthilatan kir ku li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya 2222′yan, di rewşên şer de rojnamevanan û kesên girêdayî biparêzin. Her wiha xwest ku der barê vê êrişê lêpirsîn were destpêkirin û berpirsên êrişê sewqî edaletê bên kirin.

Back to top button