Toreya Astanayê tiştek e nû bi xwere ne anî

toreya nû ji rêzecivînên Astanayê(12`emîn) ku di 25 Nisan de di navbera dewletên ku destwerdana Sûriyê kirine (Rûsya, Tirkiyê û Îranê) hate li darixistin û tişteke nû bi xwere neanî.
Toraya nû bi civîna di navbera şandeyên Rûs û Îranê biserkêşiya nûnerê taybet ê serokê Rûsya li Sûriyê Alexander Lavrentev û Serokê şandeya Îranê Elî Esker Hacî pêk hat. Her wiha serokê şandeya Tirkiyê cîgirê wezîrê Derve Seydat Onal e.
Weke yên berî wê Toreya 12 ji bi dayîna belgeyekê bidawî bû.
Li gorî Dezgehên çapemeniyê yên Rûs dozen hatin nîqaşkirin, avakirina komîteyeke destûrî ya Sûriyê û nîqaşkirina doza komên çeteyan ên li Idlib.
Rêzecivînên Astana bi destpêkirina sala 2017`an biserkêşiya Rûsya destpê kir. Di wan civînan de, hevpeymanan bi Tirkiyê re hate kirin û rêjîmê piraniya herêmên Sûriyê careke din xiste bin serweriya xwe. Tenê niha çarenûsa herêmên bê çek ne diyar e.
Li gorî Astana, Rûsya û Îran alîkariya leşkerî pêkêşî rejîmê dikin û vîna rejîmê bidest xistin. Tirkiyê jî ya ku garantiya komên çete û terorê di nav de Heyet Tehrîr El-Şam dike.