ManşêtNûçe

TJK-E’yê banga tevlîbûna çalakiyên 1’ê Mijdarê kir

TJK-E’yê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê daxuyaniyek weşand û bang li hemû Kurdan û dostên wan kir ku bi wesîleya vê rojê tevlî çalakiyan bibin.

Daxuyaniya TJK-E’yê wiha ye: Şerê ku li Kobanê li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê hatî kirin, weke rizgariya gelan hatiye dîtin û 1’ê Mijdarê weke “Roja Kobanê ya Cîhanî” hatiye îlankirin.

Weke encama fikir û keda Rêber Apo, serkeftina Kobanê navê xwe di rûpelên dîrokê de nivîsand. Di hevdîtinên xwe de timî diyar dikir ku çi dibe bila bibe divê Kobanê were parastin. Tevî hevkarî û xiyaneta Barzaniyan, serkeftina Kobanê pêk hat. Bi sedan jin di vê serkeftinê de li cem lehengên ku dîrok guhertin, cih girtin û bedewiya jina ku şer dike, nîşa me dan.

Divê îro em di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, hêz û îradeya xwe nîşa bikin. Çawa ku Kobanê bi têkoşîna gelan neket, dîsa bi berxwedan û rêxistinbûna gel wê tecrîd bişkê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û pirsgirêka Kurd çareser bibe.

Di serî de jin, em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku têkoşînê geş bikin û tevlî çalakî û merasîmên ku bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanî 1’ê Mijdarê bên lidarxistin, bibin.

Back to top button