JinManşêtNûçe

TJK-E bang li her kesî kir ku di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de dakevin qadan

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek weşand û bi bîr xist ku par qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve, bû sedem ku jin û hemû beşên civakî li dijî desthilatdariyê bikevin nava pêvajoyeke berxwedanê ya dîrokî.

Di daxuyaniyê de, di salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî de jinên ku di encama polîtîkayên qirkirina jinê de ji aliyê sîstema baviksalar ve hatin qetilkirin bi hezkirin û hurmet hatin bîranîn. Her wiha jinên ku meşaleya berxwedanê hildidin jî hatin silavkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistanê jin ên ciwan porên xwe yên dirêj berdan, dest dan hev, li ser textê li dibistanê bi yek hevokê destan nivîsandin û hate gotin: “Hevoka ‘Ji bo xwişka min, ji bo xwişka te, ji bo xwişka me’ form û ruhê têkoşîna jinê destnîşan kir. Ev yek rastiya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îfade dike.

Ruhê paradîgmaya azadîparêziya jinê hêza xwe ji rastiya civakî-dîrokî werdigire û ji bo jinan paşerojeke azad li dora şoreşa jinê ava dike. Di salvegera yekemîn de em 16’ê îlonê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêşwazî dikin ku gerdûnî bûye. Jin li tevahiya cihanê li dora vê dirûşmê li hev kom dibin û digihêjin hev. Ev yek cihê kelecan û hêviyê ye.”

Di  berdewamiya daxuyaniyê de bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bang li jinan, dostan, ciwanan û gel hate kirin ku li Ewropayê beşdarî pêngava ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi şoreşa jinê’ bibin.

Di dawiyê de TJK-E’yê gotin: “Em bi biryar in ku bi aqil, berxwedan û rengê jinê azad bibin, bedew bibin. Em bi biryar in ku vê têkoşîna xwe ya mezin bi ser bixînin ku mohra xwe li sedsalê xistiye. Û em dibêjin, ‘Ji bo xwişka min, ji bo xwişka te, ji bo xwişka me’ em qadên têkoşînê bi biryardariya mezinkirina têkoşîna azadiyê dagirin.”

 

Back to top button