DosyaLêkolînManşêt

Tîrêjên Çarşembê; Hûrî li Sûriya, Filestîn û Urdinê

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Tîrêjên Çarşembê

Xelek – 43

Hûrî li Sûriya, Filestîn û Urdinê

Destpêk:

Daku em bandora gelê (Ĥûrî = Xûrî = Xûřî = Hûrî = Horî) li şaristaniyên rojavayê Asiyayê nasbikin, pir girînge ku em li wê erdnîgariyê û wan herêmên ku Hûrî lê belavbûne – çand û şaristaniya hûrî lê belavbûye – temaşe bikin. Hêjayî gotinê ye ku em bêjin, hên ji nîveka hezarsala sêhem b.z. da erdnîgariya rojavayê Derya Sipî herêmeka dijberî û keftelefta navbera Hûriyên li bakur û gelên biyabanê (Amûrî / Ken’anî) li başûr bû.

Li dor sala 1500 b.z. padîşahên şaxên Mîttanî mîrîtî û padîşahiyên biçûk yên Hûriyan di bin sîwana yek padîşahiyê da kirin yek ku paytextê wê Waşûkanî (Washukkanni) bû (niha li nêziya bajarê Kurdan Serê kaniyê li rojavayê Kurdistanê ye). Li dor sala 1450 b.z. padîşahiya Mîttanî bû hêzeka gewre li Rojhilata Navîn û nîvê bakur ji Sûriyayê heya bajarê Homsê (navê rayekî Emesa ye) xiste bin desthilata xwe. Di rastiyê da belavbûna Hûriyan li rojhilatê Derya Sipî hên pêş avakirina padîşahiya Mîttanî bi çend sedsalan bû. Gelo belavbûna wan çawa bû?

Hûrî li Sûriyayê:

Evin hin agahdariyên ku dîrokzanan gotine:

Hên ji sala 2200 b.z. da Hûrî li bakurê Sûriyayê bi cih bûne.

Taybetmendiya şaristaniya bakurê Sûriyayê here kêm ji sedsala 16-an b.z. da taybetmendiyeka hûrî bûye.

Rûniştivanên bajarê Ûgarêt: Hemû rûniştivan… ne ji Samiyan bûn, beşek ji wan ji nijadê hûrî bûn ku di wê demê da beşekî ne biçûk ji rûniştivanên seranserê Sûriyayê bûn.

Divêt em rajeya rûniştivanên xûrî li bakurê Mêzopotamiya û bakurê Sûriyayê biçûk nebînin. Rajeya navên xûrî di nivîsên heyama babilî kevin da li Alalax pir bilinde, tevî ku senseleta herêmî senseleteka amûrî bû. Bi sedsala 15-an b.z. ra Alalax êdî bi gelemperî bûbû hûrî. Alalax li deşta Ĥemqê ye. Ev deşt berdewamiya deşta Cûmê ye li başûrê herêma Efrîn. Navê (Ĥemiq) bi erebî tê maneya nizim; yanê (Cûme) bi  zimanê kurdî.

“Hûrî li Sûriyayê, li bajarê Alalax bûn hêmanekî xurt. Ev bajar li ser çemê Asê li beşê bakur dikeve”.

Li Sûriyayê hate xuyakirin ku serekdariya bajarê padîşahî, di warê hundirîn da, di destê serdarekî hêzdar da bû. Li tenişt wî çîneka Mariyano yên xwedî kelîje hebûn; ev kes ji çîna dewlemandên ji kok û rayên Hindo-Ariyanî bûn. Ev çîn di destpêkê da ji xwediyên erebeyên şer pêkdihat ku ji bo leşker û rêveberiya padîşahî hîmê bingehîn û sereke bû. Mariyano navê siwarên hûrî ye. Ev peyv ji guhartoyên peyva “mêr, mêranî” ya kurdî hatiye ku tê maneya (mêrxas, leheng).

Hûrî li Filestîn û Urdinê:

Ji şervanên girîng ku welatê Filestînê talankirine û ne Samî bûne ji Hûriyan bûn. Bi herhal ew ji wan Hûriyan bûn ku li welatê Edûm, hên pêş hatina Edûmiyan, bi cih û war bûbûn. Herêma Edûm li başûrê Filestîn û Urdina niha dikeve heya bi kendava El Eqebe(خليج العَقَبَة).

“Hûrî ji nîveka hezarsala sêhem b.z. da xuyabûne û di hezarsala duwem b.z. da roleka pir girîng leyîstine… Hûrî koçî Filestînê bûne û li herêma çiyayê Se’îr (جبل سَعِير), li başûr-rojhilatê Filestînê rûniştine”. Se’îr herêmeka çiyayî ye bi navê Edûm hatiye naskirin; ew ji Derya Mirî (Derya Lot) da heya bi kendava El Eqebe dirêj dibe. Li rojhilatê wê biyabana erebî ye û li rojavayê wê geliyê Erebe(وادي عَرَبَة) ye. Kopên van çiyan heya 4500 pêh (1463 m) di ser rûyê deryayê ra bilindin. Hûrî li van çiyan ji zû da bi cih bûbûn. Navê van çiyan li gor navê serdarekî wan bi navê Se’îr hatiye naskirin.

“Di Tewratê da hatiye ku Hûrî bi Amûrî û Ken’aniyan ra ketine şer û ber bi çiyayê Se’îr va têvedane û paşê jî Edûmiyan bera wan ji wir daye”.

Navê Hûriyan wek gelên ku li erdê Ken’an (كَنعان) rûniştibûn di pirtûka “Heyama Kevin” (beşê tewratê yê kevin) da hatiye binavkirin. Lê belê hin nîşanên din hene ku piştrast dikin Hûrî li nawenda Filestînê û bajarê Şekîm (Nablûs) rûniştibûn… Hin zaniyar dibînin ku Yebûsî ji Hûriyan û ne ji Ken’aniyanin“. Hêjayî gotinê ye ku em bêjin, Yebûsî rûniştivanên Yebûsê yên kevinin. Yebûs navê wî bajarî ye ku di heyama ibranî da nav lêkirin (Ûrşelayîm) û Îliya, û bi erebî nav lêkirin (Beyt El Meqdês = El Qudus).

Edûmî li Petrayê (البَتْراء) rûniştibûn û “pêşiyên Edûmiyan li herêma Se’îr Hûrî bûn“. Wek tê zanîn, bajarê Petra bajarekî arkeologî pir kevine, di zinaran da (منحوتة  داخل الصخر عَرَبَة) hatiye avakirin, ew pir dişibihe xaniyên ji zinaran li hin çiyayên bakur û başûrê Kurdistanê. Ev diyarde derbirîna hezkirina Hûriyan ji çiyayan ra ye û ev hunera hûrî ya avakirina xaniyane ku li gel wan diçû her warê ku ew lê diman.

Nivîskarên Tewratê Hûrî û Yebûsiyan ji êlên xûrî dihejmêrin. Xûrî li herêma Edûm bi navê “Hori” navdar bûne. Ev şêwazê ibranî ye ji peyva “Hurri” ra.

Hûrî li erdê Ken’an ji Ken’aniyan heya di sazûmana xwe ya siyasî û civakî da jî cihê û cawaz bûn û li ser sazûmana baviksalarî hatibûn birêxistin ku rêveberî di nav wan da di destê navserekî (rihsipî) da bû û ne padîşahekî. Rûniştivanên bajarê Nablûs – here kêm beşek ji wan – ji Hûriyan bûn û “Hûyî(الحُوِّيّون) ” jî Hûrî ne; bi ibranî jêra dibêjin (Hûyîm).

Jêderên tewratî derbarê bajarê Yebûs da agahdariyê didin ku “li tenişt rûniştivanên ken’anî û amûrî yên kevin hêmanên ji Hûrî-Hittîtan jî hebûn, ew li bajêr rûniştibûn û şêwazê yebûsî li gor wane ku li bajêr pêş hatina benî Îsraîl rûniştibûn”. Divêt bê zanîn ku di jêderên ibranî da hin caran navbera Hûrî û Hittîtan tev li hev kirine. Ji Hittîtan ra Hûrî gotine ji ber ku di warê erdnîgarî û çandî da herdu gel tev li hev bûne.

Fer’ewn Tiĥûtmûsê Çarem (ji 1413 – 1405 b.z. serdarî kiriye) “di nav hemdemên xwe da bi lexemê “vekirdarê erdê Xarû (Hûrû)” navdar bûye. Ev nav, wê demê, li ser zimanê Misiriyan ji erdê Ken’an ra navê naskirî bû”.

Navên wek “Ĥatî, Ken’an, Hurru (Hûrû)” têgînên erdnîgarî gelemper bûn ku ji Sûriya, Filestîn û rûniştivanên wan ra dihate gotin.

Herweha Hûrî li hin beşên Asiya Biçûk, Sûriya û Filestînê jî belav bûne bêyî ku ti padîşahiyên berdewam avabikin. Hebûna Hûriyan di nîveka hezarsala duwem b.z. da li Bogas-Koy, paytextê Hittîtan (li Anatoliyayê), li Ras-Şemra (Ûgarêt li ser kenara sûrî li bakurê Laziqiyê), li Ûrşelîm….û li welatê Edûm (El Hûr) hatiye piştrastkirin.

Evin hin agahdariyên ku di jêderên dîrokî da derbarê belavbûna Hûriyan li Sûriya, Filestîn û Urdinê hatine. Niha ma ku em li şopên çanda Hûriyan di erdnîgariya derdora Derya Sipî da bikolîn.

Gernot Wilhelm, rûpel 107.

Gernot Wilhelm, rûpel 128.

Ahmad Arhayem Hibo: Dîroka rojhilat a kevin (Sûriya), rûpel 242.

Jean Bottérro û hinên din: Rojhilata Nêzîk û şaristaniyên destpêkî, rûpel 200.

Hary Sager: Mezinahiya Aşûr, rûpel 53.

Abraham Malmat, Hayim Tedmor: Îbranî û benû Israîl, rûpel 74.

William Langer: Berfirehiya dîroka cîhanê, 1/64.

Ebdulwehhab El Missiri: Cihû, Cihûtî û Siyonîzim di dîrokê da, Bend 4, beş I, babet 6, destpêk: Hûrî.

Ahmad Suse: Şîroveya Ereb û Cihûyan di dîrokê da, rûpel 812.

Ebdulwehhab El Missiri: Cihû, Cihûtî û Siyonîzim di dîrokê da, Bend 4, beş I, babet 6, destpêk: Hûrî.

Ebdulwehhab El Missiri: Cihû, Cihûtî û Siyonîzim di dîrokê da, Bend 4, beş I, babet 6, destpêk: Hûrî.

Philp Hatti û du kesên din: Dîroka Ereban, rûpel 103.

Cemal Ehmed Reşîd: Xuyabûna Kurdan di dîrokê da, 1/134, nîşe 34.

Abraham Malmat, Hayim Tedmor: Îbranî û benû Israîl, rûpel 150.

Abraham Malmat, Hayim Tedmor: Îbranî û benû Israîl, rûpel 91

Abraham Malmat, Hayim Tedmor: Îbranî û benû Israîl, rûpel 83.

Thomas L. Tomsen: Dîroka kevin ya gelê îsraîlî, rûpel 189.

Sayid El Qimni: Pêximber Mûsa, 2/254.

Çarşemb, 20.01.2016Xelek-43-kurdi

J. M

Back to top button