ManşêtNûçe

Tevgerên Ciwanan ji bo çalakiyan bang kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi daxuyaniyeke nivîskî li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê banga seferberiyê li Kurdistaniyên li Ewropayê kirin.

Daxuyaniya tevgerên ciwanan wiha ye:

“Êrişa dawî ya artêşa Tirk a dagirker ku 14’ê Nîsanê piştî hevdîtina dawî ya navbera malbata ‘Barzanî’ û dîktator Erdogan de li qada Zapê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, bênavber dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker bi bombekirina Şikefta Birîndaran, Kurojaro û Çiyayê Reş hewl dide hêzên xwe li qadê deyne, bi çekên giran êrişan dike û bi piştgiriya PDK’ê ji bejahî ve jî hewl dide li gelek qadan komkujiyan bike. Di serî de ciwanên Apoyî yên li Ewropayê em bang li gelê me, dostên Kurdistanê dikin ku li ber van êrişan rabin, helwestê nîşan bidin û çalakiyan lidar bixin.

NE PIŞTÎ SAETEKÊ, NIHA!

Her roj êrişeke nû li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser herêmên cuda yên Kurdistanê êrişên dagirkeriyê pêk tên. Ev êriş û konsepta tunekirinê hêza xwe ji bêdengiya me ciwanên Kurdistanê digire. Ji dewletên NATO û Ewropayê hêzê digirin û dewleta Tirk a dagirker û qirker bi konsepteke piralî êrişan dike. Li dijî dewleta Tirk a dagirker û artêşa wê, bi pêşengiya ciwanan divê gelê me li her derê dakeve qadan, çalakiyên bêîteatiya sivîl bikin, li ber dagirkeriyê rabin û di asta herî bilind de xwedî li welatê xwe û gerîla derkevin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin, “Em bang li ciwanên Kurdistanî dikin ku li her qadê bi ruhê Apoyî dakevin qadan. Bêyî ku li benda pêşengekî, planekê û girseyekê bisekine bi însiyatîfa xwe dakevin qadan û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Ne sibe yan jî piştî saeteke din, divê niha bikin.

Tevî gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin, ciwanên Apoyî jî wê li her qadê li ber xwe bidin.

Li ser vê bingehê em bang li ciwanên Kurd û dostên li Ewropayê dikin ku dakevin qadan.”

ANF

Back to top button