ÇalakîManşêt

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Menbic meşeke girseyî li dar xist

Duh bi sedan şêniyên bajarê Minbicê, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, komîte û saziyên sivîl û leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî meşeke mezin a Tevgera Ciwanên Şoreşger bûn ku nerazîbûna xwe li dijî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker nîşan dan.

Meş bi deqeyek rêxgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir, piştre hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger axivî. Di axaftina xwe de, xemgîniya xwe ji ber bûyerên li bajarê me Kobanê, şêniyên wê, şehîdên wê yê ku bûn qurban bi destê van terorîstên bêrehmet û bêinsaniyetin, anî ziman.

Her wiha bang li hemû welatên cîhanê kir ku li dijî van êrîşên hovane bisekinin. Dest nîşan kir ku êrîşên wan tenê hêz û îradeya me ya li ser doza me, doza azadî, rûmet û azadiya jinê zêdetir dike.

Back to top button