Kantona Efrîn û şehba
Di bin durûşmeya ” bi vejîna ciwana xwe rêxistin bike , Rêber APO azad bike ” duh tevgera ciwanên şoreşger ya kantona Efrîn û şehba konferansa xwe ya 3′ ê mîn lidarxist bi amedebûna hemû Ciwan û jinên Ciwan yê partiyan û tevgeran .
Bi deqeyek rêzgirtin Ji bo şehîdên azadiyê dest pêkir û hevserokê desteyê ciwanan Emîne Haj Ebdo bi xêr hatina Haziran kir û şêxmûs mûstefa rêveberê çand û hûnerê yê tevgera ciwana Vexwend Ji bo perspektîvên Rêber APO Ji ciwanan re bixwên ku Rêber APO tê de xuya kiribû : ” Ji çand Heta hunerê , Ji siyaset Heta wêje , her cure xebat bê meşandin , pêwîste rêxistinbûa ciwana wek berê teng û bi xebatê ciwanên xwendekar re sinurdar nemîne , divê ciwanên gundî , karker, heya bêkar jî bigire hundirê xwe , û bi yekîtiya tevahî ciwanan bîn xeteke tekoşîn û hevpar pêş bixe , û divê Ciwan bi taybet pir bixwînin , nîqaş bikin , xwe pêşbixînin û pispor bibin ” .
her weha Rapora kar û xebatê 2 sal Ji Aliya hevseroka desteya ciwanan Emîne Hej Ebdo hat xwandin
Piştira sinefizyonek hatibû amadekirin Derbarê kar û xebatên û çalakiyên Ku ciwanan lidarxist di hundir 2 salan de hat pêşkêşkirin .
Rewşa rêxistinî a 2 salên borî de hat nirxandin her wiha kêmasî û rexne û rexne dayîn û aloziyên Ku ciwanan Jiyan kirî di kar û çalakiyên Ku Dane meşandin
Di dawiyê de 23 endamên Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger soz da ku xebat û têkoşîna xwe bimeşînin.