Îro, têkiliyên jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, serdana Partiya Avakirin û Pêşketina Sûrî û Partiya Pêşketin û Guhertina Niştimanî a Demokratîk, li bajarê Qamişlo kir.
Şande ji Şadiya Omer û Nisrîn Tahir endamên têkiliyên jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD de pêk hat, armanc ji serdanan xurtkirina têkiliyên jin di navbera partiyan û hêzên siyasî û rêxistinkirina wan di nava partiyê de.
Der barê serdanê de li ser çend mijaran hat behs kirin jê nîqaşkirina rewşa partiyan ji hêla mijarên têkildarî jinan û rêxistinkirina wan di nava partiyê de û çawaniya xurtkirina têkiliyan û kar bikin li ser pêşketina rola wê ya çalak di tevahiya warên jiyanê de.
Wekî di geşdanên dawî yên siyasî li ser qada Sûriya bi giştî û herêmên bakur û rojhilatê Sûriya bi taybet hat nîqaş kirin , li gel gefên Tirkiyeyê bi pêkanîna operasyoneke leşkerî û li ser herêmê, û pêwistiya girtina tedbîran eger dagirkeriya Tirk êrîşek pêk anî.
Di dawiyê de her du aliyan tekez kirin li ser pêwistiya berfireh kirina serdanan û xurtkirina têlikiyan bi tevahiya partiyên siyasî re.