ManşêtNûçe

Tecrîda li ser Rêbertî kete rojeva parlamentoya Norwêcê

Tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê kete rojeva parlamentoya Norwêcê.

Parlamenterê Partiya Çep a Sosyalîst a Norwêcê Andreas Sjalg Ûnneland li ser mijarê pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Karên Derve kir.

Di pêşnûmeyê de serdana Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a li Îmraliyê hate bibîrxistin û hate ragihandin ku rapora li ser mijdarê hîn nehatiye weşandin.

Parlamenter Ûnneland ji Wezareta Karên Derve pirsî ku wê vê mijarê bişopîne yan na?

Di dewama pêşnûmeyê de hate gotin, “CPT bi rêya serdanan hewl dide pêşî li îşkenceyê û miameleya biçûkxistinê û cezayan bigire. Piştî serdanan jî raporan parve dike. CPT, ji bo ku zirar negihije têkiliyên dîplomatîk ên bi Tirkiyeyê re, têkildarî serdana dawî ya li Girtîgeha Îmraliyê rapora xwe parve nake.”

Di pêşnûmeyê de raporên CPT ên beriya niha jî hate bibîrxistin ku tê de fikarên li ser şert û mercên girtîgeha Îmraliyê hatibû parvekirin û hate gotin, “Lê belê ji ber ku Tirkiye îtiraz dike, rapor nayê weşandin. Bûye 2 sal û nîv agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin.”

Di dewama raporê de hate ragihandin ku li gel bangên HEDEP, parastvanên mafên mirovan, parêzeran, siyasetmedaran û çalakiyan jî CPT hîn jî rapora xwe parve nekiriye.

Parlamenter Ûnneland anî ziman ku ji ber CPT rapora xwe parve nake, agahî ji Ocalan û mafê wî nayê wergirtin.

Ji bo misogerkirina mafên girtiyan û parastina îmaja CPT, hate xwestin ku CPT rapora xwe biweşîn

Back to top button